Nivîskar û economist Dr. Nebî Kesen li bajarê Hamburg yê Almanyayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Dr. Nebî Kesen ku li bajarê Elmanya Hamburgê muşawirtiya malî dikir, duh şev ji ber sedema krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Kesen di demjimêr 22.00’an de di cih de rewşa wî nebaş bû. Kesen bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya St. Georg, li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin.
Kesen ku zewicî û zarokek wî hebû, di sala 1963’an li navçeya Cîhanbeylî yê Konyayê ji dayîk bibû.
Nebî Kesen ji ber sedemên siyasî 11’ê Îlona sala 1980’an ji welat derketibû, piştî 32 sal jiyana li sirgûnê jiyana xwe ji dest da. Nebî Kesen ku demek dirêj di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de nivîskartî kir, herî dawî hefteya borî tevlî Mîhrîcana Çanda Kurdî ya li Mannheim hatibû duristkirin bibû. Kesen di nava kesên ku kampanya îmzeyan “Bila nasnameya Kurd bê naskirin” ku dê 15’ê Cotmehê li Meclîsa Federal ya Almanya bê dîtin de îmzekirî de bû.
Kesen ku doktoraya xwe li ser Yeketiya Ewropa kiribû, pirtûkên Kesen yên li ser Yeketiya Ewropa û Kurdan, her wiha gelek xebatên wî yên di derbarê polîtîkaya penaberan de hene.