Necîbe Omer: Deshilatdar ji hêz û îradeya lîsteya me ditirsin

Necîbe Omer: Deshilatdar ji hêz û îradeya lîsteya me ditirsin

Seroka lîsta Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê Necîbe Omer, di derbarê buyerên dawi yên li himber lîsta partiya wande di qewimin ragihand ku: “ Divan rojên dawiyê de li hinek deverên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê li himber kar û xebatên hilbijartinan yên partiya mede astengî û pirsgirêkan derdixin. Ev jî tirsa wan yaku ji hêz û aligirên Partiya Çareseriya Demokratika Kurdistan PÇDK heye,diyar dike.”

Seroka lîsta PÇDK Necîbe Omer di hevpeyvînekî ji bo Çetirpress’ê re ragihand ku: “ Di despêka damezrandina partiya me heyanî roja meya îro em li rastî gelek êrîş , siza û astengiyên siyasî hatine. Gelek caran baregehên me, endamên me û aligirên me hatin girtin,lê belê nekarîn ku me ji karê me paşve bixin û me ji karê me dûr bixin. Li rexmê wê hemu deman me bi awayekî çalak tir van sinûrên qedexe kirinan derbaz kirin. Niha jî ew hêz û zihniyeta kevneperest partî û lîsta me jixwere wekî astengiyek mezin dibînin. Belkî raste rast li ser navê xwe li dijî me dernakevin, lê bi destê hinek kesên din didin meşandin.”

Necîbe Omer, li ser vekirina navendên hilbijartinên partiya xwe jî wiha got: “ Tevî hemu astengiyên ku Partiya Demokrata Kurdistan PDK li ser gel dike, dibêje ‘xani nedin ji bo lîsta PÇDK’ê ’ lê dîsan ji ber ku gelê me xwedî soz û bi biryare,li piraniya bajar û navçeyan me navendên hilbijartinan vekirye û em di vekin jî.”

Necîbe Omer li ser van êrîşên di rojên dawiyê de li Germiyan û Qoştepe rudan jî wiha got: “Kesên ku van buyeran li dar dixin, ew kesên ku kevne perest û baweriya wan bi guherantinan nayên  dikin.”

Omer di dawiya axaftina xwe dejî diyar kir ku : “ Em wekî Partiya Çareseriya Demokratîka a Kurdistanê xwedî hêzek mezin ya muxelefetêne, ti dema destûr ji  bo çalakiyên me nehatiye dayîn,lê belê hemu deman jî me çalakiyên xwe bi awayekî girseyê li dar xistiye.”