Nehiştin Selma Irmak gora bavê xwe bibîne

Nehiştin Selma Irmak gora bavê xwe bibîne

Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak ku 2 rojan ji bo tevlî merasima cenazeyê bavê xwe bibe û biçe ser gora bavê xwe destûr girtibû, ji ber astengiyan nekarî biçe ser gora bavê xwe.
Bavê Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak Yusuf Irmak roja borî ji ber nexweşiya pençeşerê jiyana xwe ji dest da. Irmak ji bo tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe bi riya parêzerê xwe serî li dozgeriyê da û 2 roj destûr xwest.

Piştî vê yekê Wekîla BDP'ê Selma Irmak di saetên sibê de bi leşkeran re hate taxa Tepebaşi ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê û Konê Şînê ziyaret kir. Bi Irmak re gelek leşker hatin û 2 leşker bi Irmak re derbasî konê şînê bûn.

Li vir Irmak yek bi yek bi endamên malbatê hembêz kirin û ev yek bû sedema kêliyên hestiyar. Irmak ku saet di 09.00'an de hat mala xwe ji ber di di belgeya destê leşkeran de navê gora ku dê cenaze lê bê definkirin nehatibû nivîsandin, leşkeran destûr neda ku Irmak, biçe ser gora bavê xwe û tevlî merasima spartina axê bibe.

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji ber vê astengiyê telefonî Wezareta Dadê kir û destûr xwest ku Irmakbiçe ser goristanê. Lê ji ber ku bersiv dereng hat û Irmak heta saet 12.00'an li benda beriva wezaretê rawesitya li ser daxaza Irmak ji bo ku cenaze bêtir neyê rawestanrdin cenaze bi karwanê ji sedan maşîne pêk dihat birin gundê Welîka yê navçeya Dêrikê.

Berî cenaze bi rê bikeve Selma darbesta bavê xwe hembêz kir û dîmenên hestewar çêbûn Irmak demek dirêj karwanê cenaze temaşe kir. Serdanên sersaxiyê dest pê kir.