Nerazîbûna li hemberî êrîşa li dijî goristanan zêde dibe

Nerazîbûna li hemberî êrîşa li dijî goristanan zêde dibe

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê, êrîşa leşkerên Tirk a li dijî goristana gerîla ya li Çiyayê Bagokê şermerzar kir.

Hêrs û nerazîbûna gelê Kurd a li dijî êrîşa leşkeran a li hemberî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" her diçe zêde dibe.

Aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê, li avahiya BDP'ê ya navçeyê civînek lidar xistin û êrîş şermezar kirin. Li ser navê Dayikên aştiyê berdevka Însiyatîfê Perîhan Atûg daxuyanî da û destnîşan kir ku ewê vê heqaretê bi ti awayî qebûl nekin û got, "Em li pişt şehîd û hestiyên xwe ne. Di ti ol, di nîjadî de tiştekî wiha rûnedaye. Cihê vê di ol de nîne. Ka Mislimantî? Hurmetê ji miriyên me re jî nîşan nadin, jimiriyên me jî ditirsin. Em dibêjin; me hestiyên zarokên xwe dîtin, emê îşev bi dilrehetî razên. Lê hikûmet radibe êrîşî gorên me dike û hestiyên me dibin. Ev vê şermezar dikin."

Atûg bibîr xist ku di encama pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ev 5-6 meh in hêsirên çavan narijin û got, "Lê Serokwezîr nikare xwe li vê jî rabigire. Ew alîgirê rijandina xwînê ne, em dayik jî alîgirê aştiyê ne. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê dest ji vê hovîtî û zilmê berde û tavilê gavên berçav ji bo pêvajoya çareseriyê biavêje."