Nerazîbûnên li dijî xerakirina goristana gerîla zêde dibin
Nerazîbûnên li dijî xerakirina goristana gerîla zêde dibin
Nerazîbûnên li dijî xerakirina goristana gerîla zêde dibin
Nerazîbûnên li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" ku lê gorên gerîlayên PKK û HPG'ê hene, her diçe zêde dibin. Li Îzmîr û Rihayê bi çalakî û daxuyaniya çapemeniyê xerakirina goristana gerîla hat şermezarkirin, rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî da xuyakirin ku ewê goristanê ji nû ve çê bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, der barê "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li çiyayê Bagokê de ku ji aliyê leşkeran bi fermana Waliyê Mêrdîn hatibû xerakirina daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê ji nû ve goristanê ava bike. Ev biryara ku hatiye girtin li avahiya BDP’ê bi daxuyaniyek çepemeniyê hat aşkerakirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê BDP’a Mêrdîn Reşad Kaymaz ve hat dayîn.
Kaymaz diyar kir ku êrîşa di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li hemberî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" xweranegirtina dewletê li aştiyê nîşan dide û got: "Em vê êrîşa dewletê ya li hemberî hestiyê şehîdên me yên di goristana de ku bi awayekî faşîzane pêk hatibû bi awayekî tund şermezar dikin.”
Kaymaz got ku hewce bike ewê li hemberî van êrîşên hovane bi şev û roj nobedê bigirin û wiha got: “Leşkerên Tirk, nêzîkatiyek ku di tu baweriya de cihê xwe tuneye nîşan daye û emê tu carî destûr nedin nêzîkatiyên bêrêzî yên bi vî rengî derkevin holê.”
Kaymaz diyar kir, ku ewê sibê saet di 10’an de tevî navçeyên Dêrik, Şemrex, Qoser, Stewrê, Midyat, Kerboran û Nisêbînê li gel welatiyan bi girseyî biçin goristanê û ji nû ve çê bikin.
Kaymaz, herî dawî bi bîr xist ku cenazeyê gerîlayê HPG’ Ahmet Ûgûrlar (Egîd Sûrûç) ku ji aliyê leşkeran ve ji goristanê hatibû derxistin û şandibûn Tiba Edlî ya Stenbolê piştî ku bê wergirtin dê carek din li "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a çiyayê Bagokê defin bikin.
‘DEWLET BI QASÎ KU NIKARE HURMETÊ NÎŞANÎ CENAZEYAN BIDE DI REWŞEKE NEÇARE DE YE’
Di vê navberê de endamên YAKDER a Îzmîrê, xerakirina "Goristan Şehîdan a Egîd Sûrûç" şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev yek bi kêrî pêvajoya aştiyê nayê.
Di civîna çapemeniyê ya bi piştgiriya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê de, Seroka Îzmîr YAKDER Sureyya Yilmaz axivî û bibîr xist ku di nava şerê 30 salên dawî de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dane û got, "Dewleta Tirk bi salan, ciwanên Kurd ên ji bo mafên xwe yên mafdar têdikoşiyan kuşt. Di ser de jî şerekî ku nikare xwe li cenazeyan jî rabigire, dimeşîne."
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Medîne Kaymaz jî da xuyakirin ku dewleta Tirk ji cenazeyan ditirse û got, "Em kengî dibêjin aştî, dewleta Tirk ciwanên me dikuje. Qereqolan çê dike. Bi cenazeyan dileyze."
Kaymaz ragihand ku dewleta Tirk ne alîgirê aştiyê ye û got, "Ji aştiyê ditirsin. Ji bo berjewendiyên xwe mirovan dikujin. Gelo ewçend hêsrên çavan û mirin ne bese?" Kaymaz xwest, êrîşakarên êrîşî cenazeyên gerîlayên HPG'ê kirine bên ronîkirin.
LI WÊRANŞARÊ PROTESTO
Êrîşa li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" li navçeya Riha Wêranşarê ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin. Protestoya ciwanan li êrîşa bombeyên gazê ya polîsên Tirk rast hat.
Komek ji ciwanên rûyê wan bi pûşî girtî bû, bi pankarta bi nivîsa "Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Egîd Sûrûç" wêneyên Ocalan û alên PKK'ê vekir. Ciwanên daketin ser rêya Amedê, rê li trafîkê girtin û meşiyan.
Piştî demekê polîsan rê li ciwanan birîn û bi bombeyên gazê êrîş kirin.
Ciwanan jî bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûnê demeke dirêj dewam kir û ciwanan bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.