Netanyahû: Tirkiye ber bi dîktatoriyeke tarî ve diçe
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû ‘Îsraîl dewleta herî nîjadperst û faşîst e.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bersiv da Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû ‘Îsraîl dewleta herî nîjadperst û faşîst e.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got; “Erdogan Kurdan û Sûriyeyiyan dikuje û bi hezran welatiyên xwe davêje zindanan. Ev rexneya wî ya demokratîk a ji bo Dewleta Qanûn a Netewa Yahûdî xweşgotine.”
Netanyahû wiha bersiv da Erdogan; “Îsraîl li gorî qanûan hemû mafên wekhev yên hemwelatiyan diaprêze, Tirkiyeya ku Erdogan birêve dibe ber bi dîktatoriyeke tarî ve diçe.”
Parlamentoya Îsraîlê roja Pêncşemê pêşnûme qanûna “Dewleta Netewî ya Gelê Yahûdî” ya dewleta Îsraîlê erê kiribû. Li gorî vê qanûnê li dewleta Îsraîlê diyarkirina qedera wê di destê gelê Yahûdî deye.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li welatê xwe dibêje “yek millet, yek al, yek ziman û yek ol” piştî vê biryarê wiha gotibû; “Bi vê guhertinê re li cîhanê Îsraîl dewleta herî Siyonîst, herî faşîst, herî nîjadperet e û ev jî îspata wê ye.”