Newroz li Qendîlê bi coşeke mezin hat pîrozkirn

Newroz li Qendîlê bi coşeke mezin hat pîrozkirn

Li Qendilê jî îro bi dehhezaran kesî newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de newroza Amedê hate silavkirin.

Li çiyayên Kurdistanê Qendilê bi peşengiya şaredariyê bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir. Danê sibê bi hezaran kes ji gundên derdorê ber bi Qendilê ve herîkin.

Li Amedê dema peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat xwendin, li qendilê bi deh hezaran peyama Ocalan û gelê Amedê silav dikirin.

Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtin û xwendina siruda Ey Reqib dest pê kir. Paşê li ser navê PÇDKê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de cejna Ocalan û gelê Kurd hate silavkirin. Piştî ku peyama KCKê hate xwendin jî ji qada pîrozbahiyê sloganên 'Bijî Serok Apo' bilind bûn.

Tevî komên muzikê yên herêmî, hunermend Hozan Zozan û Hozan Kawa derketin ser dikê.