Newroza Êlihê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan dest pê kir
Newroza Êlihê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan dest pê kir
Newroza Êlihê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan dest pê kir
Newroza Êlihê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan dest pê kir. Herikîna qada Newrozê didome. Li qada Newrozê alên KCK'ê, PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin.
Newroza Êlihê bi tevlîbûna 100 hezaran kesan dest pê kir. Bi hezaran kesên ku ji tax û navçeyên Êlihê herikîn qada Newrozê di saetên serê sibê de piştî di 2 noqteyên lêgerînên re derbas bûn derbasî qada Newrozê bûn.
Girseya ku di deme kurd de qada Newrozê dagirt, dest bi siloganê kir û govend gerandin. Li qada Newrozê ku bi rengê kesk, sor û zer hatiye xemilandin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û KCD'ê, hatin vekirin.
Girseya ku li qada Newrozê kom bûn, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" vekirin. Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftina vekirinê niha bi koroya zarokan berdewam dike. Newroz dê bi axaftina siyasetmedar û muzîkê heta êvarê bidome.