Newroza Mexmûrê bi coş hat pîrozkirin
Newroza Mexmûrê bi coş hat pîrozkirin
Newroza Mexmûrê bi coş hat pîrozkirin
Cejna Newrozê ku gele Kurd bi ruhê berxwedanê pîroz dike li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jî bi heybet hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ku bi tevlîbûna bi hezaran hat pêk hat Dirûşmaya “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statu” mohra xwe li şahiyê da. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bi rêya sînevîzyonê ku peyam şand balkişand ser girîngiya Newroza îsal û destnîşan kir ku ew li pişt pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Şahiya Newrozê ya bi pêxistina agir dest pê kir, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan berdewam kir. Li gel peyamên Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê, Şaredariya Wargehê, Meclîsa Îştar û hwd. sazî û dezgehên wargehê; peyama PÇDK, Partiya Zahmetkêşan a Kurdistan, Sazûmankariya Xebatên Kurdistan, Meclîsa Gel a Rojava, TEVDA Şelgal û li ser navê eşîreta Bilba peyama Mamosta Ferhat hat xwendin.
Ligel komên muzîk û folklorê, Hunermend Bangî Agirî, Zozan û Kawa bi muzîk û stranên reng tevlî şahiyê kirin.
Şahiya Newrozê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan şahiya Newrozê ya gele wargehê bi peyameke bi dîmen pîroz kir. Peyam bi rêya sînevîzyonê hat temaşe kirin. Karayilan da xuyakirin ku Newroz sembola berxwedan û azadiyê ye, Rêberê wan rojeke Newrozê biryara têkoşînê daye. Her wiha Karayilan da zanîn ku wê Rêberê wan di Newrozê de pêvajoya çareseriya demokratik îlan bike û got, “ Di sala 2013’an eger pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser nebe, em bi biryar in bi şer çareser bikin.” Û destnîşan kir ku pêwîst e di pêvajoya nû de her kes xwe berpirsiyar bibine.
Bi hezaran mirovên ku beşdarî şahiya Newrozê bûn bi cil û bergên xwe yên gelêrî li Qada TEV-ÇAND a Newroz lê hat pîrozkirin dîmenên rengareng ava kirin. Di çarçoveya muzîk, stran û lîstikên folklorê girseyê heta derengiya şeve govend girêdan. Bi şev jî li giren derdora wargehê jî agir hat pêxistin. Fîşekên hewayî asîman rengareng kir.