Newrozê dest pê kir, sedhezaran diherikin qadê
Newrozê dest pê kir, sedhezaran diherikin qadê
Newrozê dest pê kir, sedhezaran diherikin qadê
Pîrozbahiya cejna Newrozê ya dîrokî ya bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” dest pê kir. Ji niha ve zêdetirê milyonek kes li qadê amade bû.
Pîrozbahî bi xwendina peyamên ji hemû partiyên Kurdistanê yên ji bo pîrozbahiyê dest pê kir. Tê diyarkirin ku ji niha ve zêdetirê milyonek kes tevlî pîrozbahiya ji aliyê BDP û KCD ve tê organîzekirin bûne û bi sedhezaran kes diherikin qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de alên PKK, KCK û gelek pêkhateyên din ên Kurd û hejmareke zêde ya posterên Ocalan hatin evekirin.
LI QADÊ ALÊN PKK, YPG Û KCK
Di pîrozbahiyê de geleke posterên Ocalan, alên PKK, YPG û Konfederasyona Demokratîk hatine vekirin û gel li ber stranan, dahûl û zirneyan goven digerîne. Di pîrozbaiyê de dirûşimên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, tên qîrîn û hate zanîn ku dê peyama Ocalan bi Kurdî û Tirkî ji aliyê du wekîlên BDP’ê ve bê xwendin.
Mijareke din ku mohra xwe li Newroza îsal a Amedê da, berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû. Di pîrozbahiyê de gelek alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin vekirin û dirûşimên weke "Bijî berxwedana YPG, silav ji Rojava re" tên qîrîn.
Ji bo ewlehî û karê qada Newrozê 5 hezar kes hatin peywirdarkirin. Tetbîqat û amadekariyên teknîkî dê di 20'ê Adarê bi dawî bibin. Dê roja Newrozê ji 85 noqteyên cuda maşîne welatiyan bê pere bikişînin qada Newrozê.
Dê heyet û nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa, Latin Amerika, Bolivya, Îtalyan, Lefkoşa, Almanya û gelek welatên din dê tev li Newroza Amedê bibin. Maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê saet di 07.00'an de dest bi xebatî bikin û heta saet 12.00'an welatiyan bibin qada Newrozê.
Kevirên parke yên li qadê jî bi rengên kesk, sor û zer hatin boyaxkirin. Agirê Newrozê dê ji aliyê mêvanan ve bê pêxistin û peyama Ocalan jî dikek cûda hate amadekirin.
Li ser platforma ku dê axaftin li ser bên kirin pankartên “Civaka ku jin têde azad nebe, ew civak bi xwe jî ne azad e”, “Em ji çareseriyê re jî ji berxwedanê re jî amade ne” û wêneyên her sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin kuştin, wêneyên pêşengên PKK’ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên ku di Zîndana Amedê de agir berdabûn bedena xwe û wêneyên Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Amedê Ertem Karabulut hatine daliqandin.
Bi dehan pankartên bi awayê "Gelê Kurd û gerîla dê Rêbertiyê azad bikin", "Başûr azad e, Rojava azad e, îsal wê serok û bakur jî azad bibin","Em ji têkoşînê re jî, ji muzakereyê re jî amade ne" "Bijî berxwedana YPG, silav ji Rojava re",hatine vekirin. Bi sedan kes ji êvarê ve ber bi qada Newrozê ve diherikin.
JI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ TEVLÎBÛN
Lîsteya mêvanên Newroza dîrokî ya îsal li gorî salên borî qelebalixtir e. Ji Başûrê Kurdistanê; rayedarên YNK, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşrîwan Mustefa, Berpirsê Goran ê Hewlêrê Birzo Mecîd, Berpirsê Peywendiyên Derve û Hundir ên Goranê Dr. Silêman, rayedarên Partiya Şuî ya Kurdistanê, rayedarên Partiya Yekgirtuy Îslamî, rayedarên Yekitiya Niştîmanî Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Partiya Karker, rayedarên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), 60 endamên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Serokê Federasyona Komele û Weqfa Kurdistanê Ednan Enwer, ji Rojavayê Kurdistanê endamên Desteya Bilind a Kurd (DBK), rayedarên PYD’ê, ji Rojhilatê Kurdistanê rayedarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK-Î).
JI CÎHANÊ TEVLÎBÛN
Ji welatên Ewropa û Amerîkaya Latîn jî dê tevlîbûnek xurt çêbibe. Ev beşdar jî wiha ne: Ji Bolîvyayê çar senatorên jin ên bi navê Mary Medina Zabaleta, Rossemery Carlo Lucas, Zonia Guardia Melgar û şêwirmenda senatoran Dr. Sandra Quiroz, şandeyeke Îtalî ya ji dîplomat, amademîsyen, parlementer û endamên saziyên sivîl û rojnamevanan, li ser navê Koma Dostaniya Kurdan a Parlementoya Ewropayê Jürgen Klüte, Parlementerê Partiya Kesk- Sor a Denmarkê Nikolaj Villumsen û Endamê Şaredariya Kopenhaagê, Allan Ahmed, Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partiya Sortu ya Baskê Gorka Elejabarrieta, Sekreterê Giştî yê Partiya Nû ya Qibrisê û berendamê Şaredarê Lefkoşayê Mûrat Kanatli, ji Partiya Karker a Norwecê Roja Darian, ji Partiya Çep a Alman şandeyek ji 12 endamên meclîsên şaredariyan. Her wiha ji gelek welatên din ên cîhanê gelek kesayet û şande tevlî pîrozbahiya Newrozê dibin.
Partiyên siyasî yên Tirkiyeyyê, nunerên oda, sendîka û hunermend û kesayetêmn navdar.
Dîsa xwişk û birayên Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, malbatên ji kadroyên Pêşeng ên PKK’ê Hayrî Dûrmûş, malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla şaylemez, malbata Ertem Karabulut, malbata Mahsun Korkomaz (Egîd), malbatên Şahîn Oner û Alî Çîçek di protokolê de cihê xwe girtin. Her wiha li ser kursiyeke yê protokolê jî navê Sakîne Cansiz hate nivîsandin.