Nexweşê Skolyoz Çetîn duyem car hat girtin
Nexweşê Skolyoz Çetîn duyem car hat girtin
Nexweşê Skolyoz Çetîn duyem car hat girtin
Nexweşê Skolyoz Mehmet Çetîn ku di sala 2008'an de hat girtin û di 22'ê Çileya 2013'an de hat berdan, cara duyemîn hat girtin. Çetîn di sala 2008'an de bi sûcdariyên "tevî ne endamê rêxistinê be jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "daneyên li sîstema înformatîkê xera kiriye, ji holê rakiriye, asteng kiriye û daneyên nû li sîstemê bar kiriye" hatibû girtin. Bi qasî 4 salan hat ragirtin û di 22'ê Çileya 2013'an de bi cezayê 9 sal û 10 rojan hat berdan. Piştî ku parêzerê nexweşê 'skolyoz' Mehmet Çetîn ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind neda, Çetîn cara duyemîn hat girtin.
NEXWEŞIYA WÎ DI NAVA 4 SALAN DE 5 QATAN GIRAN BÛ
Nexweşê Skolyoz (Xwarbûna pirûsk 'sitûna pişta wî') Çetîn, 4 mehan piştî hat tahliyekirin di 7'ê Hezîrana 2013'an de ji nû ve hat girtin.
Xwişka Çetîn Melîke Çetîk da xuyakirin ku nexweşiya birayê wî li girtîgehê girantir bûye û piştî rûniştina 22'ê Çileya 2013'an ji ber ku parêzer ji bo temyîzkirina biryara dadgehê serî li Dadgeha Bilind nedaye, dadgeha herêmî biryar erêkiriye, lewma hatiye girtin û got, "Beriya biryarê min were girtin, xwarbûna li hestiyê pişta wî ji sedî 10 bû, piştî ket girtîgehê ev rêje derket ji sedî 55'an."
RÎSKA FELÇÊ HEYE
Xwişk Çetîn diyar kir ku eger rêjeya xwarina li hestiyê pişta birayê wî hinekî din zêde bibe, rîska felçbûnê dikare derkeve holê û anî ziman ku dema birayê wî ji bo emeliyatê dihat amadekirin, hatiye girtin.
Xwişk Çetîn ragihand ku piştî birayê wê cara duyemîn hat girtin wan serlêdan kirin, lê bersiva "Ji ber ku biryar zelal bûye, tiştekî were kirin tineye" ji wan re hatiey dayîn û got, "Eger parêzer serlêdana temyîzê bikira, birayê min wê niha li derve bûya û bihata dermankirin. Ji xwe hevalên wî yên ji heman dosyayê hatin girtin, niha li derve ne. Bi temamî ji ber xemsariya parêzer e, lê dadgeh dikare dema lêkolînkirinê ya Dadgeha Bilind li ber çavan bigire û tahliye bike. Ji xwe dadgehê biryara tahliyeyê dabû; sûcek ne kir ku piştî 4 salan bê girtin!"
2 SALÊN DIN WÊ LI GIRTÎGEHÊ BÊ RAKIRIN
Di 22'e Çileya 2013'an de 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sûcdariya "tevî ne endamê rêxistinê be jî, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "daneyên li sîstema înformatîkê xera kiriye, ji holê rakiriye, asteng kiriye û daneyên nû li sîstemê bar kiriye" 9 sal û 10 roj ceza li Mehmet Çetîn qut kiribû û piştre hatibû tahliyekirin. Lê belê ji ber ku parêzer ji bo temyîzkirina biryarê serî li Dadgeha Bilind neda, ev biryar li dadgeha herêmî, zelal bû.
Eger guhertineke qanûnî nebe, wê Çetîn 2 salên din jî li girtîgehê bê ragirtin.