Nêzî 10 roje 3 ciwanên Kurd bê ser û şûnin

Nêzî 10 roje 3 ciwanên Kurd bê ser û şûnin

Hate zanîn ku, nêzî 10 roje 3 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên Îtlaatê ya Îranê ve hatine desteserkirin û agahî jê nayê girtin.

Zext û zora rijêma Komara Îslamî ya Îranê liser Kurdên  Rojhilatê Kurdistanê berewam dike. Hate zanîn ku, ev nêzî 10 roje 3 ciwanên Kurd ji aliyê hêzên îtlaatê ên Îranê ve hatine deste ser kirin û agahî jê nayên girtin. Ligorî heman çavkaniyê navê her sê ciwanan wiha ne: Mewlûd Berşan xelkê Awayiya Nimêncêy Pîranşarêye, Hejar Elî Zade xelkê Pîranşarêye, Seîd Pûrhûnrî xelkê bajarê Nexdeyane. 

Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin, ev hersê ciwan ji ber hin hincetên cûda cûda ev 10 roje ji aliyê hêzên Îtlaatê yên rejima Îranê ve di bin lêpirsînan de ne.

Hêjayî gotinêye ku, heya niha sedemê desteser kirina van ciwanan nehatiye hînbûn û cihê ku lê têne ragirtin jî ji aliyê rayedarên rejimê ve nayê aşkera kirin.