'Nêzîkatiya Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e'
'Nêzîkatiya Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e'
'Nêzîkatiya Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e'
Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê têkildarî hilbijartina 30'ê Adara 2014'an a rêveberiyên herêmî li salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê civîna gel pêk anî. Di civînê de hat diyarkirin ku li şûna hikûmeta AKP'ê gavên çareseriyê bavêje, rê li pêş çareseriyê girtiye. Hevserokê BDP'a Dêrsimê Ergin Dogru, diyar kir ku heta nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd neyê guhertin, tu pakêt nikarin rê li pêş pêvajoyê vekin.
Rêxistina BDP'ê ya Dêrsimê di çarçoveya pêvajoya "Çareseriya Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an ên rêveberiyên herêmî de li salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê civîna gel pêk anî.
Di civînê de Hevserokê BDP'ê yê Dêrsimê Ergin Dogru, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Hevserokê BDP'ê Ergin Dogru, diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê hikûmetê tu gavên çareseriyê neavêt û li şûna gavên çareseriyê bavêje bêtir astengî derxist. Dogru, dazanîn ku ev hişmendiya dewletê êdî nameşe û vê yekê xwe di çalakiyên Parka Geziyê de daye nîşan."
Dogru, li ser hesasiyetê gelê kurd jî rawestiya û got: "Projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku daye destpêkirin ji bo gelê tirk firsendek gelek mezin e. Lê li gel vê yekê dixwazin Rêberê Gelê Kurd bi islubên xerab bide naskirin. Nêzîkatiya Birêz Ocalan zerarê dide pêvajoyê. Ji ber ku Ocalan xeta gelê kurd a sor e. Gelê kurd nêzîkatiyên wisa li hemberî Rêberê xwe qebûl nakin. Nêzîkatiya Birêz Ocalan sedema şer û aştiya me ye. Bila her kes bizanibe vîna Ocalan vîna gelê kurd e. Hikûmet û feraseta serdest dixwaze di vê hilbijartinê de jî gelê kurd bixapîne û herêmê ji destê kurdan derxe. Lê îxtîdara AKP'ê xwe dixapîne. Hişmendiya ku duh destê aştiyê yê Tevgera Gelê Kurd li hewa hişt nikare bi tu pakêtan pêvajoyê pêş bixe.”
Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî dest pê kir û didome.