Nîjadperestên karkerê Kurd kêr kirin, serbest in
Nîjadperestên karkerê Kurd kêr kirin, serbest in
Nîjadperestên karkerê Kurd kêr kirin, serbest in
Li navçeya Çanakkale Bîga'yê, li êrîşên li dijî Kurdan yeka nû zêde bû. Karkerê înşaetê M.C. yê ji bo kar hat navçeyê, rastî êrîşeke bi kêran hat. Hat ragihandin ku nîjadperestên êrîşî wî kirine jî serbest in.
Li navçeya Çanakkale Bîga'yê, di êrîşa nîjadperest a çend roj berê de, karkerê Kurd ê bi navê M.C. ku ji Erzîromê ji bo kar hat navçeyê, dema ji kar derket û êvarê li ber qehwexaneyê rojname dixwend, li gefa "hûnê ji vir bicehime" ya kesekî bi navê Gunay Avci rast hat û dûre jî 4 jê li zikê wî bi giştî 5 caran hat kêrkirin. Ji karkerê Kurd re rapora "5 rojan nikare kar bike" hat dayîn.
SEROKÊ BAJÊR Ê BDP'YÎ: BÛYER NE YEKANE YE, QEYDÊN MOBESE NAYÊN DAYÎN
Der barê mijarê de Serokê Rexistina BDP'ê ya Çanakkaleyê Abdûllah Guler agahî da ANF'ê û diyar kir ku piştî êrîşê ew çûne Bîga'yê û bi M.C. yê birîndar re hevdîtin kirine. Guler ragihand ku di êrîşê de zêdeyî yek kesî hebûn û got, "Tevî ku ji 5 cihê bedena xwe, di ser de jî ji zikê xwe ve bi kêrê birîndar bû jî, rapora 5 rojan nikare kar bike hat dayîn. Ev jî nêzîkatiyeke nîjadperestî ye. Ji ber ku birîndar Kurd e, bi raporên sivik ser tê nixumandin."
Guler da xuyakirin ku wan bi Mudurê Emniyetê yê Navçeyê re hevdîtin kirine û anî ziman ku wan ragihandine êrîş ji aliyê gelek kesan ve hatiye kirin, lewma qeydên MOBESE dixwazin, lê polîsan ev dîmen nîşanî wan nedane.
Guler got, "Mudurê Emniyetê yê Navçeyê di hevdîtinê de ji me re got, bûyer 'yekemcar' rû dide. Lê em dixwazin ku ev ne wiha ye, xwedî wateyeke nîjadperestî ye. Li Bîga'yê beriya niha jî êrîşên bi heman rengî rû dabûn û dîsa heman Mudurê Emniyetê yê Navçeyê hebû."
Çend saet heman piştî bûyerê serbestberdana êrîşkaran, Kurdên li navçeyê dixe nava fikaran.
ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDÊN LI ÇANAKKALEYÊ NE NÛ YE
Li Bîgayê, di sala 2009'an de komeke faşîst a ser bi 'Ulku Ocaklari' avêtibûn ser daweteke lê muzîka Kurdî dihat gotin û bi dirûşma "Bîga dê ji Kurdan re bibe gor" êrîşî beşdarên dawetê kiribûn.
Xwendekarên Kurd, di sala 2010'an de li Kampusa Terzîoglû ya Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Mart (ÇOMU) rastî êrîşa faşîstan hatibûn. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûbûn û polîsan dest li êrîşkaran wernedabûn.
6 karkerên Kurd ên li bajarokê Kuçukkûyû yê ser bi navçeya Çanakkale Ayvacikê dixebitîn, piştî êrîşa Îlona 2012'an neçar mabû bajarokê biterikînin.
Xwendekarên Kurd Bayram İşik, Mehmet Fatîh Kartal û Mesût Erdogan ên li odeyên xwe yên avahiyên dibistanê, di Adara îsal de rastî êrîşa bi kêr û daran a komeke ji 15-20 nîjadperestan hatibûn.