Nîlufer Koç: Komîte wê li daxwazên gelê Rojava guhdarî bike

Nîlufer Koç: Komîte wê li daxwazên gelê Rojava guhdarî bike

Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo li daxwazên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê guhdarî bike û raporê amade bike, komîteyek ji heft kesan ava kir. Endama Komîteya Amadekar Nîlufer Koç ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku komkujiyên komên El Qaîdeyê li ber çavan e. Koç her weha diyar kir ku tê payîn amadekariyên kongreyê vê mehê biqedin.

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî 10 roj piştî komkujiya li herêma Helebê li hemberî Kurdan hat kirin nameyek ji Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd şand û xwest komkujiyê lêkolîn bike, komîte îro ji nû ve kom bû.

Yek ji rojeva sereke ya civînên Komîteya Amadekar a Kongreyê yên 12 û 13'ê Tebaxê, rewşa li Rojavayê Kurdistanê bû. Di van civînan de biryar hat dayîn ku ji bo Rojavayê Kurdistanê komîteyek ji heft kesan bê avakirin.

KOMÎTE WÊ LI DAXWAZÊN GELÊ ROJAVA GUHDARÎ BIKE

Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Nîlufer Koç ji ANF'ê re axivî û li dû nasmeya Serokê Hêrêmê Barzanî ya ji bo Kongreyê pêşkêş kir, bal kişand ser hevdîtina navbera KCK, YNK û PDK'ê û got, "Daxwaza Birêz Barzanî ya ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafan û komkujiyan, bû mijara nîqaşê."

Koç da xuyakirin ku Neteweyên Yekbûyî der heqê mijarê de raporek weşandiye, Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê li gorî rapora gihaştiye dest daxuyaniyeke şermezarkirinê weşandiye û Rûsyayê jî komkujî şermezar kiriye. Koç destnîşan kir ku li ser vê bingehê, daxwaza Barzanî rewşeke "derengmayî" ye.

Koç diyar kir ku ev komîteya hatiye amadekirin, wê bi awayekî giştî rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike û li ser pirasa "Kurd çi dixwazin?" lêkolînan bike û got, "Komên siyasî yên cûda yên di civînê de amade bûn El Partî, PYD û rayedarên Yekitî piştrast kirin kuk komkujî hatiye kirin. Ji ber ku ev komkujî hatiye piştrast kirin, mijar ji bo me hatiye girtin."

GIRTINA DERIYÊN SÎNOR BANDOREKE NEYÎNÎ LI XEBATÊN KONGREYÊ DIKIN

Koç diyar kir ku di vê mijarê de wê xebateke esktra neyê meşandin û anî ziman ku di civînê de bi taybetî rewşa girtî ya deriyê Sêmalka ku ji meha Gulanê û vir ve girtî ye, hatiye nîqaşkirin. Koç got, "Girtîbûna deriyê sînor, zerarê dide gel. Gelek gazin li komîteyê tên kirin. Girtina derî, cezakirina gel e. Ev rewşeke zelal e. Ev yek bandoreke neyînî li xebatên kongreyê jî dike."

Koç ragihand ku girtina deriyê sînor ji aliyê tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê weke siyaseteke li dijî netewî tê nirxandin û gto, "Rewşeke paradoksî ye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, hat xwestin ku hikûmeta herêmê biryara xwe di ber çavan re derbas bike."

Koç da xuyakirin ku ambargo yekser bandora xwe li gel dike, gel birçî tê hiştin û destnîşan kir ku rewşa li Rojavayê Kurdistanê rojeva her demî ya Komîteya Amadekar e. Koç ragihand ku di civîna dawî de jî ji bo ev rewşa bandorê li gel dike ji holê bê rakirin, ji nû ve hatiye nirxandin û anî ziman ku komîteya hatiye avakirin piştî lêkolînên xwe temam kir, wê rapora amade kiriye pêşkêşî Komîteya Amadekar û Barzanî bike. Koç destnîşan kir ku ev rapora li ser daxwazên gelê Kurd ên Rojava bê amadekirin, wê ji bo rojeva kongreyê gelekî girîng be.

XEBATÊN KONGREYÊ WÊ DI NAVA VÊ MEHÊ DE BIQEDIN

Nîlufer Koç der heqê amadekariyên Kongreya Netewî de jî agahî da û got, "Tê payîn di nava vê mehê de biqede." Koç diyar kir ku nûçeyên li ser taloqkirina kongreyê spekulasyon in û destnîşan kir ku rojeva sereke ya kongreyê wê Rojavayê Kurdistanê be. Koç her weha bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyê destpê kiriye û got, "Birêz Ocalan da xuyakirin ku pêvajo bi yekalî êdî nameşe. Em di wê baweriyê de ne ku divê kongre, ji bo çareseriya li Bakurê Kurdistanê helwestekê nîşan bide."

Koç ragihand ku her kes ji kongreyê xwedî bendewariyên cûda ne û got, "Rewşeke taloqkirinê ne mijara gotinê ye. Spekulasyon bi zanebûn ten kirin. Komîteya Amadekar a kongreyê nîqaşên berfireh dimeşînin û belgeyên wê pêşkêşî kongreyê bên kirin, li ber qedandinê ne. Kurd çi dixwazin? Aştî, demokrasî, azadî û mafên wekhev dixwazin. Ev weke xeta bingehîn zelal bûne. Em gihaştine wê astê ku dikarin di demeke kurt de kongreya xwe pêk bînin."

Koç da xuyakirin ku gelekî girîng e kongre di nava vê mehê de bê lidarxistin û bibîr xist ku di nava meha Îlonê de wê Herêma Kurdistana Federal biçe hilbijartinan. Koç got, "Pêvajoya hilbijarinan destpê kir. Ev yek wê bandorê li xebatên kongreyê bike. Karê pêşî yê partiyên siyasî wê hilbijartin be û giraniyê bidin xebatên hilbijartinê. Ji bo bandoreke neyînî derkeve holê, em rast dibînin ku kongre zûtir bê lidarxistin."