Nisêbînî wê ber bi deriyê sinor ve bimeşin

Nisêbînî wê ber bi deriyê sinor ve bimeşin

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê bi armanca bal kişandina ser komkûjiyên li Rojava çêdibin bi rêveberiya DOKH’ê wê ber bi deriyê sinor ve meşek bê li dar xistin.

Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOKH), bi armanca pirotestokirina komkûjiyên ku li Rojava çêdibin wê sibû li pêş Navenda Çanda Mitannî ber bi sinorê Nisêbîn-Qamişlo ve meşek bê li darxistin. Girêdayî çalekiyê ku wê şevek nobet bê girtin belavûk hatin belavkirin.

Hevseroka bajêrê Mêrdînê a BDP’ê Adule Aksoy, seroka şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan, endamên meclîsa Jinan a BDP’ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, KURDi-DER, koma qerebalix a ku endamên meclîsa şaredariyê  jî di nav de, koma jina belavûk li navenda bajêr belavî esnafa kirin.

Dema ku mesaja piştgiriyê ji bo jina bikin hate dayîn ji aliyê esnafên bajêr ve bi şêweyekî gerim hate pêşwazîkirin û li tevayê bajêr bi maşîna jî anons hate kirin.