Nîşaneya 'hevdîtinên bi PKK'ê re' di çapemeniya cîhanê de ye

Nîşaneya 'hevdîtinên bi PKK'ê re' di çapemeniya cîhanê de ye

Ajansên nûçeyan ên navneteweyî cih dan daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên der barê ji nû ve destpêkirinan hevdîtinên bi PKK’ê re.

Reuters, nûçeyek der barê hevpeyvîna Erdogan a duh di Kanal 7 de hate weşandin de nivîsand; “Di demek ku li başûrê rojhilatê welat tundiyek dijwar a cûdakariyê heye, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îşaret bi wê yekê kir ku hevdîtinên ji nû ve yên di navbera dewletê û milîtanên PKK’ê de dikarin pêk bên.”

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku rayedarên îstîxbarata Tirk di salên borî de ji bo bidawîbûna pevçûnan bi rayedarên payebilind ên PKK’ê re hevdîtin pêk anîn, lê belê ev hevdîtin qut bûn. Di nûçeyê de hate gotin ku Erdogan di bernameya TV de qala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got; “Hevdîtinên bi Îmraliyê re dikarin pêk bên.”

Di berdewama nûçeyê de, ajansê bal kişand ku BDP ji bo rawestandina tundiya li Tirkiyeyê daxuyanî daye û xwestiye hevdîtinên di navbera her du aliyan de ji nû ve dest pê bikin. Her wiha, di nûçeyê de hate gotin ku pevçûnên herî dijwar ên van salên dawiyê di navbera artêşa Tirk û PKK’ê de diqewimin.

Ajansa nûçeyan a Franse AFP’ê jî wiha nivîsand; “Erdogan got ku hevdîtinên nû yên bi PKK’ê re mumkun e.” Ajansa Frensî da zanîn ku Erdogan da diyarkirin ku hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û “serhildêrên Kurd” de dikarin ji nû ve dest pê bikin” û bal kişand ku dewleta Tirk di mijara çekdanîna gerîlayan de israr dike.

Sipa Presse jî ragihand ku Serokwezîrê Tirk ragihand ku deriyê wan ji bo hevdîtinên bi PKK’ê re vekirî ye û cih da daxuyaniyên Erdogan ên di Kanal 7 de.