Nivîskarê Ozgur Gundemê Yoyler jiyana xwe ji dest da

Nivîskarê Ozgur Gundemê Yoyler jiyana xwe ji dest da

Ji nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê Celaledîn Yoyler krîza dil girt û jiyana xwe ji dest da.

Nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê ku li ser baweriyê nivîs di nivîsî Celaledîn Yoyler ku li gundê Xanik ê navçeya Milazgir ya Mûşê dima krîza dil girt û jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku, cenazeye Yoyler dê piştî nimêja nîvro dê li goristana gund bispêrin axê.

Yoyler di sala 1941’an de li gundê Xanik ê ser bi navçeya Milazgirê ve hate cîhanê, li gelek medreseyan perwerdeya ol û Erebî dît. Yoyler di sala 1966’an de li gundê xwe bû mele, di sala 1989’an de di Meclisa Giştî ya Mûşê de cih digire. Yoyler ku di sala 1990’an de peywira Serokatiya navçeya Milazgir ya HEP’ê dike û heya partî tê girtin jî peywira xwe didomîne. Demekê li Girtîgeha Erzîncanê ve dimîne. Yoyler ku piştî sala 1994’an de mala wî tê şewitandin neçar dimîne koçî Stenbolê bike.

Yoyler di rojnameya Azadiya Welat û Demokrasiyê de xebatê dike. Yoyler di sala 1997’an de cihê xwe di rêveberiya Enstitûya Kurdî de digire, her wiha di Navenda Giştî ya HADEP’ê de rêveberiyê kir.