Nivîskarên Kurd 7 demjimêre li sinorin

Nivîskarên Kurd 7 demjimêre li sinorin

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo derbazî Rojava bibin hatin Deriyê Sinor yê Şenyûrt û 7 demjimêre têne rawestandin.

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava ji Amedê birêketin û hatin deriyê Sinor yê Şenyûrt ê li navçeya Qosera Mêrdînê, 7 demjimêre li benda destûra Wezareta Navxweyî ya Tirk e.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz da diyarkirin ku, ji bo destûrê bidin parlementerên BDP’ê li gel Wezaretê di hevdîtinan de ne û got, heya niha Wezaretê ti ferman nedaye Walîtiya Mêrdînê. Yilmaz got, ger destûr neyê dayîn jî, ew dê heya sibehê li ber deriyê sînor bin.