Nivîskarên Kurd li ber deriyê sinor tên astengkirin

Nivîskarên Kurd li ber deriyê sinor tên astengkirin

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ên ji bo biçin Rojava li ber Deriyê Sînor ê Şenyurtê rawestiyane û li benda fermana Wezareta Navxweyî ya Tirk in.

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriya bi gelê Rojava re ji Amedê ketin rê û hatin ber Deriyê Sînor ê Şenyurt ê girêdayê navçeya Qoser ya Merdînê. Rayedarên leşkerî yên deriyê sînor bi sedema ji Walîtiya Mêrdînê tu ferman ji wan re nehatiye, gotin ku wê destûr nedin nivîskar derbaz bibin.

Hat ragihandin ku, mijar ji Wezareta Navxweyî re hatiye ragihandin û nivîskarên Kurd li bendê ne wezaret fermanê ji walîtiyê re bişîne. Heke Wezareta Navxweyî ya Tirk destûr bide wê nivîskar derbasî Rojava bibin.