Nobeba ji Ocalan re Azadî di hefteya 62. de ye

Nobeba ji Ocalan re Azadî di hefteya 62. de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li ber Konseya Ewropayê tê meşandin, bê navber dewam dike. Nobeda hefteya 62. ji aliyê komeke ji paytexta Swêd Stockholmê ve dewir hat girtin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê tê lidarxistin, di roja xwe ya 427. de ye. Nobeda vê hefteyê, komeke ji paytexta Swêd Stockholmê ji koma ji bajarê Swêd Goteborgê dewir kir. Endamên koma nû, li gel baranê jî, broşurên "Ocalan kî ye?" yên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belav kirin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd îmze berhev dikin.

Endamên koma Stockholmê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku çalakiya wan wê heta dawiya vê hefteyê dewam bike û ew dixwazin heta hingî bi hezaran broşuran belav bikin û bi sedan îmzeyan ji bo azadiya Ocalan berhev bikin.

Ji çalakgeran Zubeyîr Tûran da xuyakirin ku azadiya Ocalan ji bo wan "jiyana azad" îfade dike û got, "Em ji bo jiyaneke azad li vir in. Heta Ocalan azad bibe, emê çalakiyên xwe dewam bikin."

BANGA DESTEKKIRINA ÇALAKIYÊ LI HUNERMENDÊN KURD HAT KIRIN

Çalakgerekî din ê bi navê Sûat Alîcan jî diyar kir ku ew li gel endamên TEV-ÇAND'ê tevlî çalakiyên bi vî rengî bûye û got, "Divê hunermend li hemberî çalakiyên bi vî rengî bi berpirsyar tevbigerin. Ev yek, di kesayetiya Serok (Ocalan) de çalakiya azadiya gelekî ye."

“ARMANC AZADIYA OCALAN E”

Çalakgereke din Hewşîn Mûhammed jî got, "Weke welatiyekê ji Başûrê Mezin (Başûrê Kurdistanê) ez xwedî bawerim ku Serok Apo Rêberê Kurdan e, lewma îro li vê derê me. Di vê di destpêkê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û mercên girtinê bin sererastkirin. Û di dawiyê de jî em dixwazin Ocalan azad bibe."

LI KONSEYA EWROPA Û CPT BANGA BERPIRSYARIYÊ

Erdem Kahraman jî da xuyakirin ku zêdeyî saleke ew bi çalakiya nobedê hewl didin bala saziyên Ewropî bikşînin ser biryardariya Kurdan a ji bo aştî û azadiyê û bang li Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT). Kahraman ji Konseya Ewropa û CPT xwest di vî warî de bi berpirsyarî tevbigerin.

62 HEFTE NE BÊNAVBER DEWAM DIKE

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpêkir, heta niha bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî beşdar bûn. Kurdistaniyan heta niha bi sedhezaran broşur û belavok belav kirin, bi hezaran îmze berhev kirin. Çalakî her hefte roja Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin û ji saet 7'ê sibehê heta 17'ê êvarê bênavber dewam dike.