Nobeda Azadî ji Ocalan re di roja 444. de ye

Nobeda Azadî ji Ocalan re di roja 444. de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li ber Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya 64. de dewam dike. Çalakger, bi wesîleya rûniştinên vê hefteyê li ber Parlamenta Ewropayê ji bo demeke kurt belavokan belav dikin û îmzeyan kom dikin.

Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransa Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir ket roja xwe ya 444. Koma ji 5 kesan a hefteya bihurî ji paytexta DanÎmarka Kopenhagenê hat, nobeda vê hefteyê radestî sê ciwanên Kurd ên ji bajarên Norwêc Oslo û Stavanger kir.

Di çarçoveya çalakiya nobedê de broşurên bi sernavê "Ocalan kî ye?" yên bi zimanê Elmanî, Fransî û Îngilîzî hatin belavkirin. Çalakgeran li gel avahiya Konseya Ewropayê li ber Parlamenta Ewropayê jî belavokan belav dikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan kom dikin. Li gel baranê jî ciwanên çalakger, şêniyên derdorê ku piraniya wan ji xwendekaran pêk tê, der barê pirsgirêka Kurd û mercên ragirtinê yên Ocalan de, agahdar dikin.

Li ser navê koma çalakger ciwanê Kurdistanî yê bi navê Orhan agahî da ANF'ê û diyar kir ku çalakiya wan erênî derbas dibe û diyar kir ku mirovên derdorê eleqeyê nîşanî rewşa Ocalan didin û got, "Mirov gelekî matmayî dimînin ku Ocalan hînê tê ragirtin. Û bêguman meraq dikin ku lîderekî mîna Ocalan dê kengî azad bibe."

“DIVÊ TÊKOŞÎNA KURDAN BI ZELALÎ WERE VEGOTIN”

Endamên komê ragihandin ku ew di dema çalakiyê de pê hesiyane ku haya Ewropiyan baş ji têkoşîna gelê Kurd nîne, lewma divê têkoşîna gelê Kurd hîn bi zelalî were vegotin.

Ji endamên komê Şahîn got, "Di diyalogan de me dîtin ku haya gelek kesan zêde ji Kurdan û tevgera wan nîne, lê tevî vê yekê jî eleqeyê nîşan didin. Der barê sedemên çalakiyê gelek pirsan dipirsin. Em jî hewl didin, der barê bûyer û pêşketinên dawî de agahiyan bidin û dikarim bêjim ku diyalogên hêja ne."

Çalakgerekî din yê bi navê Elî jî ji Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwest, ku kampanya îmzeyan li cihê lê ne bidomînin. Çalakger diyar kir ku azadiya Ocalan yek ji armancên girîng ên têkoşîna Kurdan e û got, "Her Kurdistanî, bi îmzeyên kom bike re dê kampanyayê hîn bêtir nêzî serketinê bike. Ya mijara gotinê azadiya lîderê gelekî ye. Çalakî çalakiyeke mafdar e û her diçe digihêje armanca xwe."

64 HEFTE NE BÊ NAVBER DEWAM DIKE

Nobeda Azadî ji Ocalan re ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê bi şiyara azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd re tê meşandin û heta niha ji Ewropayê zêdeyî sê sed Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî beşdar bûn. Di çalakiyê de partiyên Kurd ên mîna PJAK û PYD, nûnerên saziyên Kurd Û hunermendên Kurd ên li Ewropayê jî cih girtin û heta niha bi sedhezaran broşur û belavok hatin belavkirin, bi hezaran îmze hatin komkirin. Çalakiya li herêma Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT, her hefte roja Yekşemê bi komên nû dewam dike. Çalakî her roj saet di navbera 7-17'an de bênavber tê lidarxistin.