Nobeda Azadiya Ocalan di hefteya 71. de ye
Nobeda Azadiya Ocalan di hefteya 71. de ye
Nobeda Azadiya Ocalan di hefteya 71. de ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li Strasboûrgê dewam dike, roja 494. li dû xwe hişt. Bi çalakiya nobedê re her roj bi sedan mirov tên agahdarkirin.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, di hefteya 71. de dewam dike. Her hefte ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî tên, der barê pirsgirêka Kurd de agahdariyê dikin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin.
Çalakiya ku roja 494'an li dû xwe hişt, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Fransas Dragûgnîan ve dewir hat girtin. Endamên koma nû broşurên bi sernavê 'Ocalan kî ye?' yên bi Elmanî, Fransî û Îngilîzî, her wiha kurte pirtûkên Ocalan ên 'Konfederalîzma Demokratîk' û 'Li Kurdistanê Şer û Aştî' belav dikin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan berhev dikin û ji mirovên li derdorê re behsa pirsgirêka Kurd û armanca çalakiya xwe dikin.
Yek ji çalakgeran Nûrî Yilmaz agahî da ANF'ê û diyar kir ku dîtine hemû şêniyên taxa Robertsaû û xebatkarên saziyên Ewropayê der barê çaalkiyê de xwedî agahiyan e. Yilmaz ragihand ku çalakiya wan bi taybetî li pêwendiya komên tûrîst û xwendekarên diçin serdana saziyan rast tê û destnîşan kir ku tevî ba û barana dijwar du rojên destpêkê yên çalakiya wan serketî derbas bûne.
"DIVIYABÛ ÇALAKÎ ZÛDEYÎ DESTPÊ BIKIRA"
Nûrî Yilmaz da xuyakirin ku çalakiya nobedê li gorî wan 'çalakiyeke derengmayî' ye û anî ziman ku çalakî derfeta diyalog û agahdariyê diafirîne û ji ber ku li cihekî gelek saziyên Ewropayê lê ne tê lidarxistin, xwedî girîngiyeke sembolîk e. Yilmaz got, "Çalakî li pêwendiyeke mezin rast tê. Ji bo agahdarkirin û diyaloga bi gelek kesan re derfetan diafirîne. Ji ber vê yekê, xwezî zûdeyî bihata destpêkirin."
Endamên komê dan xuyakirin ku divê Kampanya Azadî ji Ocalan re li her cihê Kurd lê dijîn dewam bike.
HEFTEYA 71. LI DÛ XWE HIŞT
Çalakiya Nobedê ya bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî destpê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê dewam dike. Çalakiya ku li taxa Robertsaû ya avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê lê ne tê meşandin, her hefte rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin. Çalakiya her roj saet di navbera 7-17 de bênavber dewam dike. Heta niha bi sedhezaran broşur, belavok û biyografî hatine belavkirin û zêdeyî 14 hezar îmze hatine berhevkirin.