Nobeda bênavber ji aliyê jinan ve dewir hat girtin
Nobeda bênavber ji aliyê jinan ve dewir hat girtin
Nobeda bênavber ji aliyê jinan ve dewir hat girtin
"Nobeda ji Ocalan re Azadî" ya li ber Konseya Ewropayê, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Belçîkayê hatin ve dewir hat girtin.
Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourgê hat destpêkirin, bênavber dewam dike.
Hefteya dawî ya her mehê, ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve dewir tê girtin. Çalakiya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve tê lidarxistin, dawiya vê hefteyê ji aliyê jinên ji herêma Vervies a Belçîkayê hatî, dewir hat girtin. Çalakgeran dan xuyakirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûne.
Çalakgerên nobedê her roj bi dehan kesî re diyalogê datînin û der heqê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahiyan didin. Di nava tevahiya hefteyê de broşurên ji biyografiya Ocalan tên belavkirin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan de îmze tên komkirin. Her wiha der barê êrîşên li dijî Rojava de jî raya giştî tê agahdarkirin.
Çalakî her roj saet di navbera 07:30 û 17:00 de bênavber dewam dike.