Nobeda ji Ocalan re azadî di hefteya 63. de ye
Nobeda ji Ocalan re azadî di hefteya 63. de ye
Nobeda ji Ocalan re azadî di hefteya 63. de ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li ber Konseya Ewropayê destpê kir, di hefteya xwe ya 63. de ye. Çalakgerên nobedê banga "hîn bêtir hişyarî û berpirsyariyê" li siyasetmedar û çapemeniya Kurd û welatên Ewropayê kirin.
Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, her hefte ji aliyê komeke nû ve tê meşandin. Çalakiya ku hefteya bihurî ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Swêd Stockholmê ve hat meşandin, vê hefteyê komeke ji pênc kesan a ji Belçîka û paytexta Danîmarka Kopenhagen tê meşandin.
Di roja çalakiyê de ku îro roja 434. e, li mirovan broşurên "Ocalan kî ye?" yên bi zimanê Elmanî, Fransî û Îngilîzî û belavokên li ser armanca çalakiyê tên belavkirin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan berhev dikin.
Li ser navê çalakgerên nobedê Hasan Gurarslan agahî da ANF'ê û got, "Mîna her Kurdekî-ê em jî gelekî kêfxweş in ku li vê derê berpirsyariyên xwe bicih tînin. Ji ber ku çalakî ev demeke dirêje tê lidarxistin, ji aliyê beşeke mezin a civakê ve tê zanîn û mirovên ji vê derê derbas dibin dibêjin yan îmze avêtine yan jî broşur wergirtine. Bêguman firsendên me çê dibin ku hin diyalogan pêk bînin. Çalakî ji aliyê gelê li derdorê ve hatiye qebûlkirin."
“BILA SAZÎ, SIYASETMEDAR Û HUNERMEND PIŞTGIRIYEKE AKTÎF BIDIN”
Gurarslan da xuyakirin ku çalakiya "Nobeda Azadî ji Ocalan re" li taxa ku saziyên herî girîng ên Ewropayê lê ye tê lidarxistin û di rewşa heyî de pêwistî bi alîkariyeke zêdetir heye. Guraraslan got, "Ji ber ku pêwendiya çalakiyê yekser bi azadiya Rêberî û gel re heye, divê her kes xwedî lê derkeve. Di serî de sazî, siyasetmedar û hunermendên me yên li Ewropayê divê her kes xwedî lê derkeve. Divê em xwe kerr nekin. Ji bo hefteyekê rawestîna karê me, ji azadiya me girîngtir nîne. Eger di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ewropa bêdeng e, di vê de li gel cotstandardiya Ewropayê xemsarî û helwesta bêbandor a Kurdan jî xwedî rol e."
“YA EM NIZANIN DEMOKRASÎ ÇIYE, YAN JÎ EWROPA TIŞTNA ŞAŞ DIKE”
Gurarslan helwesta welatên Ewropayê jî nirxand û xwest, cotstandardiya li dijî Kurdan êdî bê terikandin. Gurarslan di dewama axaftina xwe de got, "Dema li welatekî cûda yê cîhanê çalakiyeke mûxalîf bê kirin, yek kes bi tenê be jî welatên Ewropayê radibin ser piyan û dikevin nava tevgerê.
Lê belê li vê derê ev 433 roj in bi sedan bi hezaran mirov derbas bûn, çalakî kirin lê bêdengiya Ewropayê dewam dike. Ev jî li pêşberî saziyên ku huqûq û nirxên mirovan diparêzin ên mîna Dadgeha Mafen Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê disekine. Lê ti deng ji wan dernakeve. Ev yek ti pêwendiya xwe bi têgihiştina û exlaqa mirovane re nîne. Ya em nizanin demokrasî çiye, yan jî Ewropa tiştna şaş dike." Guraraslan polîtîkaya welatên Ewropayê der heqê pirsgirêka Kurd de rexne kir.
“DIVÊ ÇAPEMENIYA KURD GIRÎNGIYEKE MEZINTIR BIDE ÇALAKIYÊ”
Yek ji çalakgeran Lokman Toglûk jî di wê baweriyê de ye ku divê Nobeda Azadî ji Ocalan re mîna nûçeyek 'rûtîn û ji rêzê' neyê dayîn, hîn bêtir di medya Kurd de cih bigire. Toglûk ragihand ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola Ocalan tê zanîn û destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkiye û gelê Tirk jî firsend e, lewma xwest ew jî piştgiriyê bidin.
ÇALAKIYA KU 63 HEFTE NE BÊNAVBER DEWAM DIKE
Nobeda ji Ocalan re Azadî ku bi şiyara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Konseya Ewropayê di 25'ê Hezîrana sala 2012'an de li ber Konseya Ewropayê destpê kir, heta niha ji aliyê zêdeyî 300 Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî ve hatiye meşandin. Partiyên Kurd ên mîna PJAK, PYD, nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê û hunermendan jî di çalakiyê de cih girtin û heta niha bi sedhezaran broşur û belavok hatin belavkirin, îmze hatin berhevkirin. Çalakiya ku xwedî girîngiyeek smebolîk e li taxa Robertsau tê meşandin ku li wir avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê hene. Çalakî her rojên Yekşemê ji alyê komeke nû ve tê meşandin û ji saet 7 heta 17'an bênavber dewam dike.