Nobeda ji Ocalan re Azadî di roja 450. de ye

Nobeda ji Ocalan re Azadî di roja 450. de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd a li ber Konseya Ewropayê, di hefteya 64. de ye. Çalakî vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Fransa Mulhoûse ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransa Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, roja xwe ya 450. li dû xwe hişt. Çalakiya ku hefteya derbasbûyî ji aliyê ciwanên Kurd ên ji Norwêcê ve hat meşandin, vê heftê ji aliyê komeke ji bajarê Fransa Mulhoûsê ve tê rêvebirin.

Serokê Navenda Çanda Kurd a Mulhoûsê Hasan  Yakişan ê beşdarî çalakiyê bû da xuyakirin ku dê di çalakiya vê heftê 8 kes beşdar bibin. Yakişan diyar kir ku ew di çalakiyê de broşurên bi sernavê "Ocalan kî ye?" yên bi Elmanî, Fransî û Îngilîzî belav dikin û di heman demê de ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dikin. Yakişan ragihand ku ew bi diyaloga li gel mirovên li derdorê re, der barê şert û mercên ragirtinê yên Ocalan û pirsgirêka Kurd de agahiyan didin.

Hasan Yakişan ragihand ku ji ber pirsgirêka ziman nîne ew bi hêsanî dikarin bi gelek kesan re diyalogê çê bikin û got, "Me di nava 4 rojan de gelek îmze kom kirin. Mirovên ji aliyê din ê cîhanê tên vir dibêjin, 'Bi saya çalakiyê em ji pirsgirêka Kurd haydar in, em dixwazin hîn bêtir agahiyan bistînin.' Ev yek jî nîşan dide ku çalakiya nobedê gihaştiye astekê û ketiye ser rêya xwe."

“EKE DAYIKAN, BERPIRSYARIYÊN ME YÊN TÊKOŞÎNÊ HENE"

Çalakgereke din Xanim Şal Uluş a 25 sal in li Fransayê dijî ev bang li jinên Kurd kir: "Ez weke jin û dayikeke Kurd tev li vê çalakiyê dibim. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî emê ji bo azadiya Serok Apo û parastina gelê xwe têbikoşin. Divê hemû jinên Kurd û jinên li cîhanê, li dijî neheqiyê rawestin. Bi taybetî jî, weke dayikên Kurd, têkoşîn berpirsyarî û wezîfeyeke me ye."

Xanim Şal Uluş diyar kir ku ewê roja 21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li Strasbourgê bimînin û çalakiya xwe dewam bikin û destnîşan kir ku hewldanên wan ên ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd ên li saziyên Fransa û rêxistinên civakî yên sivîl, wê dewam bikin.

450 ROJ LI DÛ MAN

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, heta niha ji aliyê zêdeyî çar sed Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî ve hat meşandin.

Çalakiya ku îro ket roja xwe ya 451. her roj saet di 07.00 destpê dike û heta saet 17.00 bê navber dewam bike.