Nobeda ji Ocalan re Azadî di roja 480. de ye
Nobeda ji Ocalan re Azadî di roja 480. de ye
Nobeda ji Ocalan re Azadî di roja 480. de ye
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li Strasboûrgê dewamd ike, di hefteya 69. de ye. Çalakiya nobedê vê hefteyê Kurdistaniyên ji Swîsreyê hatine, dimeşînin.
Çalakiya nobedê ya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, di roja xwe ya 480. de ye. Kurdistaniyên her hefte ji bajarên cuda yên Ewropayê tên, hem der barê pirsgirêka Kurd de agahdariyê dikin, hem jî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan berhev dikin. Çalakî ev çend roj in, li gel barana dijwar jî, dewam dike.
Çalakî vê hefteyê ji aliyê komeke ji 4 kesan a ji bajarên Swîsre Basel û Solothûrnê tê meşandin. Endamên koma nû broşurên bi sernavê "Ocalan kî ye?" yên bi zimanên Elmanî, Fransî û Îngilîzî, kurtepirtûkên Ocalan ên bi navê "Konfederalîzma Demokratîk" û "Li Kurdistanê Şer û Aştî" belav dikin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan berhev dikin û bi armanca agahdarkirinê bi mirovên li derdorê derbas dibin re, der barê pirsgirêka Kurd û armanca çalakiya xwe de diyalogan dikin.
“N TENÊ MAFÊN KURDAN MAFÊN TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIPARÊZE”
Endamên koma ji Swîsreyê ku wê heta roja Yekşemê çalakiya xwe dewam bike, sedema beşdariya xwe li çalakiyê bi ANF'ê re parve kirin:
Alî Kalkan: "Ji bo di warê ruhî û îdeolojîk de Serokê xwe temsîl bikin, em li vir in û hebûna li vê derê ji bo min gelekî girîng e. Ocalan Rêberekî Gel e ku Kurd ji nava tarîtiyê derxistiye ronahiyê. Ji ber vê yekê, li gorî min ev çalakî pîroz e û bang li hemû Kurdan dikim ku ji bo azadiya Ocalan beşdarî çalakiya nobedê bibin û li bajarên lê ne tev li kampanyayê bibin."
Alî Kûrt: "Ez ji Elbîstanê me û 61 salî me. Divê Kurd ji xwe vê pirsê bipirse; Li cîhanê gelên ku nifûsa wan bi hezaran e hene û xwedî dewlet in. Lê belê tevî ku nifûsa me bi dehan milyonan e jî em ji hemû mafên xwe bêpar in. Gelo ev pirsgirêk bi tenê ji ber têkiliyên berjewendiyên dewletên mezin e? Ji ber ve yekê divê em Kurd ji bo azadiya xwe hîn bêtir çalak bin."
Erdogan Sazdîlî: "Beriya her tiştî ez dixwazim şoreşa Rojava silav bikim, ku Serok Ocalan bi taybetî li ser radiwest e. Dema ku em dibînin ev mirov di rewşeke bêderfetiyê de li hemberî hemû êrîşan bi ser dikevin û cenazeyên şehîdan radikin, nabe ku em tiştekî nekin. Her Kurdê xwedî wicdan, neçarin ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd bikevin nava hewldanan."
Onder Meydan: "Ez weke Kurdekî ji Bazidê dixwazim bi taybetî bêjim ku Serokê me, gerîla û berxwedana YPG'ê ne bi tenê ne. Divê neyê jibîrkirin ku Serok Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo mafê tevahiya gelên bindest û olan têdikoşe. Û ji go aştiyê divê şert û mercên Rêberê me tavilê bên guncawkirin û bêguman pêwîste azad bibe. Divê her Kurdistanî û şoreşger girîngiya vê kampanyayê fêm bike û piştgiriyê bide."
BI SEDHEZARAN KES HATIN AGAHDARKIRIN
Çalakiya Nobedê ya bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî destpê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewropayê dewam dike. Çalakiya ku li taxa Robertsaû ya avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê lê ne tê meşandin, her hefte rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin. Çalakiya ku îro ket roja xwe ya 480. her roj saet di navbera 7-17 de bênavber dewam dike. Heta niha bi sedhezaran broşur, belavok û biyografî hatine belavkirin û zêdeyî 14 hezar îmze hatine berhevkirin.