Nobeda ji Ocalan re Azadî, endamên PYD'ê dewir girtin
Nobeda ji Ocalan re Azadî, endamên PYD'ê dewir girtin
Nobeda ji Ocalan re Azadî, endamên PYD'ê dewir girtin
Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd, di hefteya 60. de ye. Çalakî vê heftê ji aliyê endam û alîgirên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên ji Bakurê Elmanyayê hatin, dewir hat girtin.
Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd, di roja 413. de ye. Çalakiya vê heftê ji aliyê endamên PYD'ê Mawalî Koûsa, Mahmûd Hac, Bîdaş Ablo, Îbrahım Hemî û Pale Xelîl ên ji bajarên Elmanya Kiel û Bielefeldê hatine ve tê meşandin.
PYD'yiyan çalakî duh ji koma ji Londonê dewir girtin û heta niha bi sedan belavokên li ser rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd belav kirin. Di çalakiyê de der heqê Kampanya Azadî ji Ocalan re, bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavok û broşurên bi ser navê "Ocalan kî ye?" tên belavkirin. Çalakî li pêwendiyeke mezin rast tê.
Endamên komê daxuyanî dan ANF'ê û diyar kir ku ew li ser navê PYD'ê tevlî vê çalakiyê dibin û piştgiriyê didin. Endamên komê bibîr xistin ku komên çete yên bi navê El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam di bi navê "Îslamê" de êrîşî Kurdan dikin û bang li gelê Kurd kirin ku li dijî vê helwesteke diyarker û zelal nîşan bide.
'JI BO QEWIRANDINA ÇETEYAN DIVÊ HER TIŞT BÊ KIRIN'
PYD'yiyan gotin: "Ev çete serê zarokên me jê dikin. Sê caran li ser hev dibêje 'Allah û Ekber' û can, mal, namûs û her tiştê Kurdan li xwe helal dikin. Ev çete ji rejîma Esad jî piştgiriyê digirin, hin Kurd jî destekê didin wan. Divê çi kesê ji xwe dibêje ez Kurd im û mirov im, destekê nede van. Ji bo ev çete ji Rojava bê qewirandin, çi alîkarî pêwîst be divê were kirin."
PEYAMA ‘BILA EWROPA PIŞTGIRIYÊ NEDE ÇETEYAN’
Çalakgerên PYD'yî bang li dewletên Ewropayê jî kirin û xwestin alîkariya çekan a ji bo çeteyan êdî were rawestîn. Çalakgeran helwesta hikûmetên Ewropayê şermezar kirin.
Çalakgeran bang li saziyên Yekitiya Ewropayê jî kirin ku ji bo lêkolînkirin û başkirina tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyeteke serbixwe ya doktoran bişînin Îmraliyê.