Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve tê girtin

Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê Dayikên Aştiyê ve tê girtin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li Strasboûrgê dewam dike, ket hefteya 66. Çalakiya nobedê vê hefteyê ji aliyê dayikên aştiyê yên zarokên wan di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, tê girtin.

Dayikên Kurd ji jinan xwestin hîn bêtir beşdarî kampanyayê bibin û bang li Başûrê Kurdistanê jî kir ku hîn bêtir bi helwesteke "ji dil" nêzî Rojava bibe. Dayikan destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe û dewleta Tirk jî dest ji "fenên xwe yên klasîk" berde.

Çalakiya nobedê ya roja 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, di roja 458. de ye. Di çalakiya heft rojên hefteyê de broşurên "Ocalan Kî ye?" yên bi zimanên Elmanî, Fransî û Îngilîzî û belavokên li ser armanca çalakiyê tên belavkirin. Çalakger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan berhev dikin û ji mirovên li derdorê re jî li ser pirsgirêka Kurd û armanca çalakiyê diaxivin.

Dayika gerîla Samîha Dogan ku weke "Yadê" jî tê naskirin, li ser navê koma çalakiyê axivî û got, "Tê bîra min ku digotin; me ser Kurdistanê bi betonê girtin. Me bi saya Ocalan û têkoşîna wî dîtin ku Kurdistan çiye. Bêguman ji bo vê têkoşînê, mîna duh divê em îro jî wezîfeyên xwe bicih bînin." Dayika Yadê bal kişand ser girîngiya çalakiya "azadiya Ocalan" a ji bo jinên Kurd.

'DIBÊJIN AŞTÎ Û ÇETEYAN DI AJON SER GELÊ ME'

Dogan ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, der heqê hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de got, "Li pêşberî me hînê dewleteke ku di çavên wê de xwîn heye. radiweste. Em dibêjin "aştî" hikûmeta Erdogan qereqolan, bendavan çê dike û çeteyan diajo ser gelê me yê li Rjoava. Serokê me hînê di bin tecrîdê de û zarokên me yên ji 'KCK'ê tên darizandin, di girtîgehan de radigire." Dayik Dogan rexne li hikûmeta Tirkiyê kir ku di aştiyê de ji dil nîne.

Dayika Aştiyê Dogan helwesta dewleten Ewropayê jî rexne kir û ji dewletên Ewropayê xwes tku ji bo heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Girava Îmraliyê zextê li hikûmeta Tirk bike. Dayika gerîla herî dawî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal kir ku ji bo alîkariya însanî sînorê xwe li Rojava veke. Dayikê bi pirsa, "Eger tu lîderekî Kurdî, çima tu sînorên xwe li zarokên Kurd ên birîndar venakî?" nerazîbûn nîşanda.

'BILA DAYIKÊN KURD LI CIHÊ LÊ NE PIŞTGIRIYÊ BIDIN KAMPANYAYÊ'

Ayne Yalçin jî da xuyakirin ku ew weke dayikên aştiyê dê bi awayekî çalak piştgiriyê bidin Kampanya ji Ocalan re Azadî û destnîşan kir ku kampanya ji bo wan tenê çalakiya nobedê nîne, li cihê ew lê dimîne kampanya îmzeyan dimeşînin û raya giştî agahdar dikin.

Ayne Yalçin diyar kir ku divê girîngiya kampanyayê bi taybetî ji aliyê dayikên Kurd ve baş were fêmkirin û got, "Divê dayikên Kurd ji dayîna têkoşînê xwe venegerin. Her kes ji derdora xwe re behsa vê kampanyayê bike. Li Ewropayê gelek derfet hene û divê baş werin bikaranîn. Bi taybetî jin û ciwanên bi ziman dizanin û tenduristiya wan baş e, hem li Strasboûrgê ji bo hefteyekê nobedê bigirin hem jî li cihê lê ye beşdarî kampanya îmzeyan a ji Ocalan re azadî bibin."

450 LI DÛ XWE HIŞTIN

Çalakiya nobedê ya bi şiyar "Ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd re azadî" li ber Konseya Ewropayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, her hefte di roja Yekşemê de ji aliyê komeke nû ve dewir tê girtin. Çalakiya ku îro ket roja xwe ya 458., her roj di navbera saet 07-17'an de bê navber tê meşandin.