Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Oldenbûrgê ve tê girtin

Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Oldenbûrgê ve tê girtin

Çalakiya nobedê ya demdirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasbourgê destpê kir, dewam dike.

Çalakî vê hefteyê jia liyê Aydin Erîk, Hasan Alturk, Denîz Aydin, Îsmaîl Agirman û Haci Temo yên ji bajarê Elmanya Oldenbûrgê hatin ve, dewir hat girtin.

Her hefte komeke cuda beşdarî çalakiya nobedê dibe. Komên ji bajarên cuda yên Ewropayê tên, tevahiya hefteyê bi mirovan re diyalogê dikin, hewldanên aştiyê yên Ocalan vedibêjin û hewl didin hestyariyê biafirînin. Çalakger, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî, di çarçoveya kampanya îmzeyan a demeke dirêje tê meşandin de îmzeyan berhev dikin.

Di çalakiya nobedê de her wiha broşurên ji biyografiya Ocalan tên belavkirin, hovîtiya DAIŞ'ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêma Şengalê tê şermezarkirin û banga hişyariyê tê kirin.

Çalakiya Nobedê ya ji Ocalan re Azadî ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, heftê heft rojan saet di navbera 07:30 û 17:00 de bê navber tê meşandin.