Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma Marsîlyayê ve dewam dike
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma Marsîlyayê ve dewam dike
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ji aliyê koma Marsîlyayê ve dewam dike
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd li Strassboûrgê tê meşandin, di hefteya 68. de ye. Çalakî vê heftê ji aliyê rêveber û endamên Meclîsa Gel a bajarê Fransa Marsîlyayê ve tê meşandin.
Çalakiya Nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, ket roja xwe ya 473. Kurdên her hefte ji bajarên cuda yên Ewropayê tên, hem der barê pirsgirêkên xwe yên siyasî de agahiyan didin, hem jî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, îmzeyan berhev dikin.
Çalakî vê heftê ji aliyê komeke ji 5 kesan a ji bajarê Fransa Marsîlyayê ve tê meşandin. Endamên koma nû broşurên bi zimanên Elmanî, Fransî û Îngilîzî yên bi sernavê "Ocalan kî ye?" û belavokên "Konfederalîzma Demokratîk" û "Li Kurdistanê Şer û Aştî" belav dikin. Çalakvan ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin û bi mirovên li herêmê re li ser pirsgirêka Kurd û armanca çalakiyê diyalogê dikin. Çalakî li ber Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê bi awayekî dorveger tê meşandin.
“JI BO ME CIHÊ RÛMET YE KU DI RÊYA AZADIYA OCALAN DE EM JÎ BIBIN GAVEK”
Hevseroka Meclîsa Gel a Marsîlyayê Avaşîn Sevînç ku bi keça xwe ya 3 salî beşdarî çalakiyê dibe, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li çalakiyê ku ev sal û nîveke dewam dike. Sevînç da xuaykirin ku gelek mirovên li Marsîlya û derdora wê dijîn dixwazin beşdarî çalakiyê bibin, lê belê salê carekê encax dor tê wan.
Sevînç got, "Cihê rûmetê ye, ku di rêya azadiya Serokê me û girtiyên me yên ji bo me gelekî girîng in, em jî bibin gavek. Di ser dîlgirtina Serokê me re 14 sal derbas bûn. Dîsa beşeke mezin a ji girtiyên din, bi salane li girtîgehê ne. Em li hemberî vê radiwestin. Li pêş me demsala zivistanê heye, Kurdistaniyên piştî me beşdarî çalakiyê bibin, divê şert û mercên Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd lê tên ragirtin, li ber çavan bigirin. Hingî emê bibînin ku şert û mercên hewa yan jî astengiyên din, dê li pêşiya beşdariya çalakiyê nebin asteng."
'DIVÊ ÇALAKIYA NOBEDÊ JI RÊZÊ NEYÊ DÎTIN'
Çalakgereke din Sevgî Elmas jî da xuyakirin ku divê Nobeda ji bo azadiya Ocalan di rojeva medya Kurd û Kurdan de cih bigire. Endama Komîsyona Perwerdeyê ya Meclîsa Gel a Marsîlyayê Elmas got, "Girîng e ku ji herêmên cuda yên Ewropayê, gelê me hestiyar be. Çalakiya nobedê çalakiyeke ji rêzê nîne û divê di nava gel de her tim di rojevê de be û bi vî rengî dikare bibe xwedî bandor." Çalakgeran her wiha bal kişandin ser girîngiya serdanên şexsî.
68 HEFTE NE BÊ NAVBER DEWAM DIKE
Çalakiya Nobedê ya bi şiyara "Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî" hat destpêkirin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber Konseya Rwropayê bê navber dewam dike. Çalakiya ku li taxa Robertsaû ku lê avahiyên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Parlamenta Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê hene, her rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve tê meşandin. Çalakiya ku îro ket roja xwe ya 473., her roj saet di navbera 7-17'an de bê navber tê meşandin.