Nobeda li Şehîdgeha Ronahî di cejnê de jî dewam kir

Nobeda li Şehîdgeha Ronahî di cejnê de jî dewam kir

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamenterê Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk diyar kir ku ew biryara Meclîsa Giştî ya Wanê ya der barê xerakirina "Şehîdgeha Ronahî" de nas nakin û got, "Biryara xerakirina şehîdgehê dînîtî ye. Ez hêvîdar im dewlet wê dînîtiyê neke. Ji ber em destûrê nadin vê." 

Di pêşengiya Rêxistina Wanê ya BDP'ê de bi wesîleya Cejna Qurbanê di nav de Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk ku hebû li navçeya Şaxê cejna welatiyan hat pîrozkirin. Piştî pîrozkirina bernameya cejnê ya li navçeyê, konê nobetê yê li "Şehîdgeha Ronahî" hatiye vedan hat ziyaretkirin. Di ziyaretê de Aysel Tugluk, Hevseroka Rêxistina Wanê ya BDP'ê Fîgen Yaşar, rêxistinên bajêr û navçeyan ên BDP'ê, aktîvîstên DOKH'ê endamên meclîsa giştî û yên MEYA-DER jî di nav de malbatên wendayan û gelek hemwelatî beşdarî ziyaretê bûn. 

Girseya ku bi maşîneyan ji navçeyê ber bi şehîdgehê ve ket rê destpê çû ziyareta konê nobetê yê li hember biryara Meclîsa Giştî ya Wanê ya der barê xerakirina şehîdgehê de hatibû vedan. Girse paşê ji wir bi dirûşmayan ber bi şehîdgehê ve ketin rê. Di meşê de dirûşmayên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re tînin ziman gotin. Piştî meşê rêz hat girtin û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk axivî. Tugluk diyar kir ku ji bo kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, hatine vir û wiha dewam kir, "Me çi bi dest xistibe bi saya şehîdan e. Şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet ji bo gelê xwe canê xwe dan. Wek jin ji bo piştgiriyadayîna vê têkoşîna bi wate em li vir in. Xeta ku şehîdên me ava kir em azad kirin."

'EM BIRYARA XERAKIRINÊ NAS NAKIN'

Tugluk da xuyakirin ku ew biryara xerakirina bîrdariya li ser navê Wolf hatiye çêkirin nas nakin û wiha berdewam kir, "Em biryara xerakirinê nas nakin. Eger gel li bîrdariya xwe xwedî derdikeve divê dewlet jêre hurmetê bigire. Mudaxelekirina li bîrdariyê ji bo pêvajoyê xeter e. Şehîdên me nirxên me ne. Eger em li wan xwedî dernevekin, tu wateya jiyana me namîne. Hêvîdar im dewlet vê dînîtiyê neke. Li pişt şehîdên me bi milyonan mirov hene. Tu hêz nikare van milyonan rawestîne." 

Paşê Tugluk ên pêre danê êvarî ji kon veqetiyan û nobeta kon ji aliyê aktîvîstên DOKH'ê ve hat dewrgirtin.