Nobeda Ocalan ji aliyê koma Goteborgê ve tê girtin

Nobeda Ocalan ji aliyê koma Goteborgê ve tê girtin

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin, ji aliyê koemek ji bajarê Swêd Goteborgê ve dewir hat girtin.

Çalakiya nobedê ya 420 roj in li bajarê Fransa Strasbourgê tê meşandin, vê heftê ji aliyê welatparêzên Kurd ên ji bajarê Swêd Strasbourgê ve dewir hat girtin.

Di çalakiya ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re hat organîzekirin û bê navber li ber Konseya Ewropayê tê meşandin de, der heqê mercên tecrîdê yên Îmraliyê de belavok tên belavkirin û ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd îmze tên berhevkirin.

Yek ji çalakgerên ku nobed ji koma PYD'î dewir girt Bayram da xuyakirin ku çalakiya wan wê heta azadiya Ocalan dewam dike û got, "Ji bo Serok, ne tenê Strasbourg em amade ne biçin her derê cîhanê." Çalakgerê bi navê Danîel ê li ser navê Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê tevlî çalakiya nobedê bû got, "Serok Apo, di warê bîr û baweriyan de bêyî cihêkariyê bike, em anîn cem hev. Ji her olî bi hezaran girtî û şehîd hene."

Çalakgerê ji Başûrê Kurdistanê Dewran jî got, "Serok Apo lîderê tevahiya Kurdan e. Nayê qebûlkirin ku Serokê gelekî 40 milyonî dîl girtî be."