Nobeta aştiyê bi dawî bû
Nobeta aştiyê bi dawî bû
Nobeta aştiyê bi dawî bû
Li Stenbolê ku bi şîara ‘Hikûmet pêngavê bavêje’ nobeta aştiyê hatibû destpêkir û bi dawî bû.
Bi daxwaza ‘Hikûmet pêngavê bavêje’ BDP, Dayikên Aştiyê û TUAD’ê nobeta aştiyê dabûn destpêkirin. Duh êvarê bi govend, tilîlî û sirûdan bi dawî bû. Hevseroka BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar di girtina nobetê ya li Lîseya Galatasarayê de axivî û da zanîn ku heta ku negihêjin şert û mercên wekhev û demokratîk dê nobeta aştiyê bigirin.
Çinar da zanîn ku gotina aştiyê bo gelê kurd gelek girînge û got: “Ev 35 sale tên asîmîlekirin. Di sedsala 21’ê de hêz nekare zimanê xwe bikarbîne.”
Pitşî Çinar, Berpirsê Navenda BDP’ê Cengîz Topbaşli axivî û kesên di 17’ê Tebaxa 1999’an de di erdhêja Marmarayê de jiyana xwe ji dest da bibîranî û got: “Di vê erdhêjê de gelek can wenda bû. Ev wendahî ne ya erdhêjê, ya polîtîkaya rantê bûn. Di erdhêja Wanê de jî polîtîkaya rantê pir zelal hat dîtin. Mexdurên erdhêjê hêj di avahiyên dembohirî dedijîn. Ligel ku du sal derbas bûn tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
DIVÊ GELÊN HERÊMÊ LI PÊŞEROJA XWE XWEDÎ DERKEVIN!
Topbaşli piştî axaftina xwe daxuyanî xwend. Topbaşli da zanîn ku welatê wan bîhna barut û xwînê jê tê û wiha got: “Ev qedere. Bi xwînê dixwazin li ser erdnîgariya kurdan bibin serdest. Ev hêzên serdest pêşeroja gelê kurd tarî dikin. Gelên herêmê divê xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Qeder û pêşeroja wan yek e. Ji bilî aştî, biratî, azadî û wekheviyê tu armanca wan nîne.”
GELÊ KURD EWLEHIYA AZADÎ Û AŞTIYA ROJHILATÊ NAVÎNE
Topbaşli destnîşan kir ku tevgera azadiya kurd ji bo dîroka xerab ya li ser gel rewa hatiye dîtin berovajî bike hewl dide û got: “Îro Gelê kurd li erdnîgariya Rojhilata Navîn bûye ewlehiya aştî û azadiyê. Di nava gelan de tu pirsgirêk nîne.”
Topbaşli diyar kir ku di van rojên ku berbi 1’ê îlonê roja aştiyê ya cîhanê ve diçe de, peywira her kesiye ku ji bo wekhevî û azadiya gelan têbikoşin û bi van daxwazan emê heta dibê nobeta aştiyê bigirin.