Nobeta ‘Li hember qetlîamên sivîl konê berxwedanê’ Wanê dewir girt
Nobeta ‘Li hember qetlîamên sivîl konê berxwedanê’ Wanê dewir girt
Nobeta ‘Li hember qetlîamên sivîl konê berxwedanê’ Wanê dewir girt
Li Geverê ji bo M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu yên ji aliyê polîsan ve hatin qetikirin ku “Li hember qetlîamên sivîl konê berxwedanê” hat vedan ji aliyê Rêxistina Wanê ya BDP’ê hat dewirgirtin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu yên ji aliyê polîsan hatin qetikirin ku “Li hember qetlîamên sivîl konê berxwedanê” hat vedan, ji aliyê Rêxistinên Wanê ya BDP’ê hat dewirgirtin. Ligel hevserok, rêveber, endam û namzetên şaredariyan ên BDP’ê, yên MEYA-DER, KURDÎ-DER, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê , parêzerên Baroya Wanê, xebatkarên MKM, endamên Meclîsa Şaredariyê û ya Giştî gelek welatî beşdarî merasîma dewirgirtinê bûn. Girse bi karwanekî bi sedan wesayitan di destên wan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokcu ku hebûn , bi dirûşmayên, “Şehîd Namirin” li Parka Musa Anter hatin gel hevdu. Li ber kon ji kesên jiyana xwe ji dest dane ku deqiqeyek rêz hat girtin, Serokê Navçeya Geverê ya BDP’ê Naîl Durmaz, di axaftina xwe de diyar kir ku qetlîamên Gever û Roboskî dewama înkara dewlet û pergalê ya li hember gelê kurd e.
'BERXWEDANA GEVER Û COLEMÊRGÊ DI DILÊ WAN DE BIRÎN VEKIR'
Serokê Rêxistina Wanê ya BDP’ê Musa Îtah jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku wê gelê kurd li mîrasa welatiyên jiyana xwe ji dest dan xwedî derkeve û wiha berdewam kir, “Em wek Wan û Kurdistaniyan bi berxwedana Geverê serbilind in. Berxwedana Gever û Colemêrgê di dilê wan de birîn vekir. Em ê jî îsal li Wanê wê birînê hîn mezintir bikin û biteqînin. Em şehîdên Geverê bi bîr tînin û bang li her kesî dikin ku têkoşînê bilindtir bikin.”
Piştî axaftinan girse bi dirûşmayên, "Şehîd namirin" ji bo serdana taziyeya Bêmal Tokcu ber bi gundê Alekanan ketin rê. Piştî taziyeyê yên ji Wan û navçeyên wê hatine bi şev wê di kon de bimînin.