Nobeta parastina 'Şehîdgeha Ronahî' di roja 14. de ye

Nobeta parastina 'Şehîdgeha Ronahî' di roja 14. de ye

Welatî û malbatên gerîlayên PKK'ê li dijî biryara dewleta Tirk a hilweşîna "Şehîdgeha Ronahî" 14 rojin nobetê digirin. Welatiyên ku li Şehîtgehê nobetê digirin, bi girseyî tên ziyaretkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer xwest, meclîs vê biryarê bi lezgîn betal bike û: "Em li hemberî êrîşên dewletê yên li ser gor û goristanan bêdeng namînin" 

Di 15'ê Îlonê de ji bo bîranîna 41 gerîlayên PKK’ê yên di 23’ê Cotmeha sala 1993’yan de li herêma Gelê Masiro ya Gundê Kelahêrê ya Şaxa Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li ser navê gerîlaya PKK’ê ya bi eslê xwe Elman Andrea Wolf (Ronahî) ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû bi navê “Goristana Şehîd Ronahî” goristanek û bîrdariyek hat avakirin. 

Piştî şehîtgeh hat avakirin çend roj şûnde Meclîsa Bajar a Wanê yên AKP'î der barê şehitgehê de biryara hilweşînê dan. Li ser vê yekê Rêxistina Navçeya Şaxê ya BDP’ê û MEYA-DER'ê bi girseyî hatin li ber şehîtgehê nobet girtin û 14 rojîn nobeta xwe berdewam dikin. Welatî û rêveberên BDP'ê ku li Şehîtgehê nobet kon vedan û nobetê digirin dowîzên “Biryara xerakirinê sedema şer e”, “Şehîdên rûmeta me ne, em rûmeta xwe binpê nakin” vekirin nobeta xwe berdewam dikin. Nobeta welatiyan di roja 14'an de berdewam dike. 

Duh parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî di navde komek mezn hatin "Şehdtgeha Şehît Ronahî" ziyaret kirin. Koma ku Parlamenter Ozdal Uçer jî di navde bi posterên Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê meşiyan. Komê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Koma ku li ber bîrdariyê civiya ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. 

Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, ani ziman ku şehîtgeha ciwanên kurd ên ji bo demokrasî, azadî û aştiyê jiyana xwe ji dest dan rastî êrîşa dewletê tê û ew dê ti carî vê êrîşê qebûl nekin. Uçer, destnîşan kir ku ew vê êrîşê wekî êrîşa dijî rûmeta gelê kurd qebûl dikin û ti carî li hemberî van êrîşan bêdeng namînin. Heyeta ku kesên nobetê digirin ziyaret kirin, heta derengê êvarî li Şehîtgehê man û piştre vegeriyan bajar. 


Çîroka bûyerê:

Di 23'ê Cotmeha 1998'an de li navçeya Şaxê ya Wanê di navde Civaknasa Elman Andrea Wolf jî heye 41 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û li herêmê bi komî hatibûn definkirin. Heyetê diyar kiribû ku şikeft bi dînamîtê hatiye hilweşandin û cenaze perçe perçe bûne. Andrea Wolf jî di navde 41 gerîlayên PKK'ê li cihê bûyerê bi komî hatibûn definkirin. Piştî li Lice, Bagok û Tetwanê ji bo gerîlayên HPG'ê û PKK'ê goristan hatin avakirin, li Gundê Kelehê yê Şaxa Wanê jî li ser navê gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) ku bi eslê xwe Elman e Şehîtgeha Ronahî" bi merasimekê hatibû vekirin.