Nobeta Rojava ya ciwanên Şirnexî bidawî bû

Nobeta Rojava ya ciwanên Şirnexî bidawî bû

Ji bo şermezarkirina komkujiya li Rojava li ser gelê Kurd tê meşandin, ciwanên Şirnexê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin di roja 3’mîn de bidawî bû. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û hate gotin ku, eger êrîşên çeteyan nerawestin dê ciwanên Botanê jî bibin aliyê şer.

Welatiyê binavê Welat Saltan tenê serê xwe ji bo balê bikişîne ser komkujiya Rojava û hişyarbûnê çêbike li Qada Cumhuriyetê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin, di roja dawiya çalakiyê de BDP’a Şirnexê, aktîvîstên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran ciwanan piştgirî da. ji Qada Omer Kabak heya Qada Cumhuriyetê meş pêkanîn. Bi hezaran ciwanên ku li Qada Omer Kabak hatin gel hev, pankart û dowîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Rojava bitenê nîne”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bimire El Nusra”, “Bimire Hîzbullah” hilgiritin û sloganên “AKP destê xwe ji Rojava bikêşe”, “Bimire El Nusra”, “Bimire Hîzbullah” qîriyan. Esnaf û welatiyan jî bi çepikan piştgirî dan meşê. Ciwanên ku gihan qadê piştî nîv demjimêrê çalakiya rûniştinê pêkanîn, li ser navê komê ciwanê binavê Welat Saltan ê beriya 3 rojan çalakî dayî destpêkirin daxuyaniya çapemeniyê da.

CIWANÊN BOTANÊ LI CEM GELÊ ROJAVAYÊ YE

Saltan balkişande ser ku, çeteyên El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê li dijî gelê Kurd ê li Rojava komkujiyan pêktîne û got: “El Nusra bêy ku bêje ev zarok û jine her roja ku diçe zêdetir sivîlan dikuje. Hêzên navnetewî ên ji nasnameya gelê Kurd aciz hene. Hêzên ku nekarîn li Iraqê dewletek ya Îslamî ava bikin, ji bo vir tiştek bitiştek bidest bixin komkujiyan dikin.” Saltan anî ziman ku, hikumeta AKP’ê jî piştgiriyê dide van koman û diyarkir ku, “komkujiyên ku li Sûriyeyê pêktên, armanc dikin ku gel pêngavan paşde bi avêje. Çawa salên borî li Kurdistana Iraqê hewildan pêşiya gelê Kurd bigirin îro jî li Kurdistana Sûriyeyê heman polîtîkayan dimeşînin. Eger AKP xwedî li vê polîtîkayên xwe ên dijminahiya kevneşop dernekeve, çima destûr nade kamyonên alîkariyên tenduristî û mirovî desrbazî nava Kurdên Sûriyeyê bibe.”

Saltan pirsên weke “Gelo hevdîtina ku beriya çend rojan bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re hatî kirin xapandin bû? Gelo hevdîtina ku bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re hatî kirin ji bo qezenckirina dem bû?” Saltan destnîşan kir ku, “Eger El Qaîde û El Nusra dest ji polîtîkayên xwînê ên li Rojava bernede, em weke Kurdên li Tirkiyeyê jiyan dikin tenê komkujiyan şermezar nakin, dê weke aliyê şer bêy ku dudiliyê jiyan bikîn canê xwe danîn holê. Dê ciwanên Botanê li cem gelê Rojava ê ji bo azadî û wekheviyê tekoşînê dide meşandi be.”  Saltan da diyarkirin ku, kampanya piştevaniya bi gelê Rojava re li Şirnexê hatiye destpêkirin banga hişyarbûnê kir.

Piştî daxuyaniyê bi hezaran ciwan, bi çepik û fîrikan sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Gelê Rojava bitenê nîne” qîriyan û çalakî bidawî bû.