Notên berxwedana sînorê Kobanê

Notên berxwedana sînorê Kobanê

Berxwedana sînorê Kobanê ket roja 6’an....

Rêjeya gaza ku polîs û leşker berdidin xwezayê di asta hevsengiya atmosferê xera dike de ye! Ev pêkanîna ku dewlet li sînoran bênavber pêk tîne, li navenda navçeyê jî heman pêkanîn derbas dibe.

Pirsûs di bin dorpêçeke mezin de ye. Dewlet li vir hovîtiyek mezin pêk tîne. Her roj bi pêkanînek din xetek polîtîk xêz dike. Her tim dengê ambulansan, li her kolanê peyarêyên hatine dagirkirin tankên dema derbeyê êdî rewşeke ji rêzê ye.

Ger tê bîra we berê Pispor Dr Anil Çeçen dema dersên mafê mirovan dida di Meclîsê wiha gotibû: “Ger li cihekî 10 Kurd bên cem hev divê hema bê tespîtkirin ku fuze bi ser wan de bê barîn.” Bêguman bi vê jî sînor nedima û digot bila Kurd bên sirgûnkirin û pêkanîna kontrola welîdînê ji bo Kurdan bê kirin. Niha teoriya wê li vir derbas dibe.  Hatina cem hev a Kurdan tehemûl nakin. Ji her alî ve bi ser Kurdan de diçin.

Di taybet notên nû yên du rojan wiha ne;

**Her gav hewl didin gel biçewisînin. Her ku dewlet li Pirsûsê bi ser gel de diçe, berxwedan mezin dibe, enerjî dertê holê. Ger wiha berdewam bike dê li Pirsûsê gelek tiştên nû derkevin holê.

 **Li dijî tank, panzer, akreb û guleyên rastî, gel bi keviran û dema ku pir bi serde jî biçin hinekî jî bi şeqaman têdikoşin. Berxwedan li xeta sînor ya 160 km belav dibe.

 ** Di êrîşa duh a li dijî gel de anons wiha bû; Di destan de molotof heye lêbixe! Ez talîmata lêbixe didim. Piştre jî li hemûyan li bixin..” Belê ji bo gulebarankirina gel ev talîmat hat dayîn.

 **Li ser şîdeta ku niha li Pirsûsê tê dîtin, wêdetir şîdet tune. Yên di berxwedanê de digirin îşkence dikin û li cihên ku çapemenî tune û cihên girtî her cureyê îşkenceyê dikin.

 **Niha ji we re pirsek: Bi leşkerên ku ji bo êrîşê gel bikin hatine şûr çi digere? Leşker şûr ji ber pişta xwe derdixe û dibêje; “Ji gundê li hember DAIŞ’iyekî ev da min 27 serî bi vê hatine jêkirin.’ Gelo ev tê çi wateyê?

 **Konsepta şer a li Pirsûsê didome bi daxuyaniyên KCK’ê re pêkve dimeşe. Pêkanîn wek bersivekê ye.

 **Di êrîşa roja duşemê de li dijî gel sirûda mehterê hat xwendin. Li Pirsûsê meşa polîsan û dirûşmayên welat hatin berzkirin.  Di vê dema ku xiyalê dewletê hezkirina Osmaniyan e gelo binçavkirin û konên hatin şewitandin wek xenîmeta şer tên dîtin.

**Bi banga DBP'ê re gel li navçeyê dipê. Bi hezaran disekinin. Hinek heyetên navneteweyî jî dê îro bên navçeyê.