Televîzyonên Kurdan Nûçe û Stêrk TV ji ber sedema teknîkî demek kurt weşanên wan qut bibûn, dîsan dest bi weşanên xwe yên normal kirin.
Li derdora demjimêrên 13.00’an de Nûçe û Stêrk TV ji ber sedemek teknîkî qut bûn. Di vê navberê de weşanên xwe li ser înternetê berdewam kirin. Rayedarên TV’yê ragihandin ku, pirsgirêka teknîkî çareserkirine û dest bi weşana xwe ya normal kirine.