Nûçegihana DÎHA û 14 xwendekar hatin berdan

Nûçegihana DÎHA û 14 xwendekar hatin berdan

Nûçegihana DÎHA Sabriye Duman û 14 xwendekar hatin berdan. Nûçegihana DÎHA Sabriye Duman dema di bin çavan de bû ji aliyê polîsan ve pêşniyara "sîxurtiyê" lê hat kirin û jêre hat gotin "Têkildarî xebatên ajansê û der barê ajansê de ji me re agahiyan bîne."

Xwendekarên ku ji bo gera li Licê ya di pêşengiya Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcle (DUO-DER) de wê hatiba kirin, derketin rê li ser rêya Farqînê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û bi nûçegihana DÎHA Sabriye Duman re 14 xwendekar hatin binçavkirin. Nûçegihana DÎHA û xwendekar piştî îfadeyên wan hat girtin hatin berdan. Hat ragihandin ku 15 kesên ku ji ber metneke di maşîneyê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin rastî zextan hatine.

PÊŞNIYARA SÎXÛRTIYÊ LI NÛÇEGIHANA DÎHA HAT KIRIN

Polîsan bi zexta,"Der barê xebatên ajansê û ajansê de ji me re agahiyan bîne, em ê ji te re bibin alîkar. Em kesên di ajansê de dixebitin pir baş nas dikin. Ew me nas dikin an na, em nizanin. Kursên me yên polîstiyê hene. Tu dikarî bê wan kursan. Em ê di nava hefteyê de li te bigerin" pêşniyara ajantiyê lê kirine.

Hin xwendekarên ku hatibûn binçavkirin jî îdîakirin ku sîxurtî pêşniyarî wan kirine.