Nûçegihanê ANF’ê revandin û gefên kuştinê lê xwarin
Nûçegihanê ANF’ê revandin û gefên kuştinê lê xwarin
Nûçegihanê ANF’ê revandin û gefên kuştinê lê xwarin
Li Dêrika Hemko komeke çekdar ya girîdayî Partiya Dîmokratî Kurdî li Sûriyeyê Elpartî nûçegihanê ANF'ê Cûdî Deham revandin û îşkence lêkirin û gotin; ''Heger tu bûyerên Dêrikê bişopînî û bidî çapemeniyê em dê te bikujin''.
Li Dêrika Hemko, koma çekdar ya ji 4 kesan pêkdihat nûçegihanê ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) Cûdî Deham revandin û îşkence lêkirn, piştî ku li paşiya serê wî dan û ew avêtin erdê ew xistin wesayita bi modela Hondayê ya reş û berê wî dan cihekî ne diyar. Piştî îşkenceya ku lê hate kirin, serê demancê xistin devê nûçegihanê me Cûdî de û jêre gotin: ''Heger tu careke din çalakiyên li bajarê Dêrikê bişopînî û bidî çapemeniyê em dê te bikujin'' piştî wê Cûdî rakirin nexweşxaneyê.
Tekildarî mijarê Nûçegihanê ajansa me ANF’ê Cûdî Deham got:
'' Beriya çend rojan, di dema ku min meşek li Dêrikê dişopand, kesê bi navê Ehmed Êndîwir yê ku li Dêrikê wek endamke rêvebere di çalakiyên Patiya Ebdil Hekîm Beşar de (Elpartî) cihê xwe digre, bi kuştinê gef li minkirin û nehişt ez wêneyên meşê bikişînim''. Her wiha Cûdî da zanîn ku, '' Piştî gefa ku hevalê Partiya Ebdil Hekîm Beşar li min kir, bi çend rojan, di demjimêrên şevê de, dema ku min berê xwe dida mal çar kesan, bi wesayîtekê li pey min ketin û bi dijwarî li serê min dan, ez ketim erdê û min kirin erebeya xwe ya Hondayê ku rengê wê reş bû. Li min dan û gef li min xwarin. Demance kirin devê min de û bi kuştinê gef li min kirin.”
Cûdî Deham destnîşan kir ku, ji min re gotin nekeve dû rastiyan û çalakiyên li Dêrikê neşopînî yan em dê te bikujîn. Deham da zanîn ku, ‘koma girêdayî’ Partiya Ebdilhekîm Beşar peyvên kirêt jêre kirin û bi zora çekan ew tehdîd dikirin û dawiyê ez avêtim kolaneke Dêrikê.
Cûdî diyar kir ku, Sekerterê Elpartî Ebdilhekîm Beşar berpirsyarê bûyerêye, ji ber ew fermanê dide hevalên xwe yên li vir û ji Hêzê Asayişa xwest ku kesên ev tişt kirine bêne girtin hesab jê bê xwestin. Berevajiyê wê dê ji bûyerên rû bidin dê Ebdilhekîm Beşar jê berpirsyar be.
JI SEROKÊ EL PARTÎ RE BANGAWAZÎ
Em weke Ajansa Nûçeyan a Firatê vê êrîşa qirêj ya li dijî nûçegihanê me yê Dêrikê Cûdî Deham bitundî şermezar dikîn. Em bang li Partiya Demokratî Kurdî ya Sûriyeyê (El Partî) dikin ku, di derbarê bûyerê de lêpirsînê bide destpêkirin û berpirsan derxîne holê. Her wiha em li bendê ne ku ji bo êrîşên wisan yên qirêj li dijî çapemeniyê çênebin, komên sivîl û çekdar yên girêdayî wan û berpirsên bûyerê hişyar bikin.