Nûçegîhanê DÎHA'yê Hacioglû hat girtin
Nûçegîhanê DÎHA'yê Hacioglû hat girtin
Nûçegîhanê DÎHA'yê Hacioglû hat girtin
Nûçegîhanê DÎHA'yê Cuneyt Hacioglû yê li navçeya Şirnex Qilabanê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Nûçegîhanê Qilabanê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Cuneyt Hacioglû ku beriya du rojan di serdegirtina polîsan a mala xwe ya li navçeya Şirnex Qilabanê de hatibû binçavkirin, sewkî Edliya Qilabanê hat kirin. Hacioglû piştî îfadeya wî li Dozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê radestî dadgeriyê hat kirin. Bi îdîaya endamê rêxistinê ye Hacioglû hat girtin.
Li gorî Platforma Piştgiriya bi Rojnamevanên Girtî re, ji 4'ê Tîrmeha sala 2013'an û vir ve li girtîgehên Tirkiyê 6 jê xwediyên îmtîyazê û mudurê karên nivîsê 67 rojnamevan hene. Bi Hacioglû re hejmara rojnamevanên girtî derket 68'an.