Nûçegihanê DÎHA’yê hate binçavkirin

Nûçegihanê DÎHA’yê hate binçavkirin

Nûçegihanê ajansa nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) Cengîz Oglagi dema li Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê Cizîrê dema li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bernameya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî dişopand ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Oglagi dema ji şopandina nûçeyê vedigeriya ji aliyê polîsan ve bi hinceta divê îfadeyan bide hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.