Nûçeyên derew bi hezaran kes birin ser sînorê Sêmalka
Nûçeyên derew bi hezaran kes birin ser sînorê Sêmalka
Nûçeyên derew bi hezaran kes birin ser sînorê Sêmalka
Piştî ku di hinek saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê de hatin weşandin û hate îdîakirin ku Deriyê Sînor ê Sêmalka bi temamî hatiye vekirin, bi hezaran kes çûn ser sînor. Lê destûra derbasbûna wan nehat dayîn.
Li ser nûçeyên ku di hinek saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê de hatin weşandin û hate îddîakirin “Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo her tiştî hatiye vekirin”, nêzî 3 hezar kesên ji Rojavayê Kurdistanê li ser sînor kom bûn. Welatiyên ku kom ber bi pira liser ava Dîcle hatiye avakirin ve bimeşin. Lê li aliyê din ên pirê pêşmergeyan bi çekan bend danîn û nehiştin ku derbas bibin.
Bi hezaran kesên li ser sînor kom bûne di nava rewşeke pir xerab de birçî, tî û di bin germê de hîn jî radiwestin.
Balkeşe ku îro tenê ji bo 30 kesan destûra derbasbûna Başûrê Kurdistanê hate dayîn.
Li aliyê din piştî nûçeyên di çapemeniya Başûr de hatin weşandin Berpirsyarê herêma Pêşxabûr ê Başûrê Kurdistanê Şevket Bêbuhar û Berpirsyarê Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê Mustafa Ebdulezîz daxuyanî dan.
Şevket Bêbûhar, diyar kir ku deriyê sînor ji bo derbasbûna nexweşan, alîkariyên ji Başûr tên, welatiyên ji Heleb, Til Eran hatine hatiye vekirin, lê ji bo bazirganî û penabertiyê, ji bo kar û şixul nehatiye vekirin. Bêbûhar wiha got: “Me bi awayekî fermî nedaye xuyakirin ku me ji bo hemû rewşan derî vekiriye. Bi tenê ji bo rewşên mirovî derî vekiriye. Ji bo rewşên din derî nevekiriye. Nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin û dibêjin derî ji bo her tiştî vekiriyê, nerast in.”
Mustafa Ebdulezîz jî got; “Divê derî ji bo hemû rewşan were vekirin. Bazirganî, çûn û hatin, alîkarî û ji bo hemû rewşên mirovî divê vekirî be.
Li aliyê din hate ragihandin ku ji YNK’ê heyetek hatiye aliyê Başûr ê Deriyê Sînor ê Sêmalka ku rewşê lêkolîn bike, lê ji ber qelebalixa mirovan nekariye kar bike û paşve vegeriyaye.