Numan Amed û hevalên wî li cihê komkujiyê hatin bibîranîn

Numan Amed û hevalên wî li cihê komkujiyê hatin bibîranîn

Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo 10 gerîlayên HPG'ê û endamê Konseya leşkerî a HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) li gundê Sipênak a Lîceyê ya Herêma Apê Musa bi merasîmek girseyi bibîr anîn. Bi hezaran kes beşdarî merasimê bûn.

Piştî şerê şoreşgerî û greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, dewlet neçar mabû ku tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan siviktir bike û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke nû bide dest pê kirin. Ji ber hevdîtin hebûn gerîlayên HPG'ê jî dest ji çalekiyan berda bû û amadekariyên zivistanê dikirin. Lê hêzên artêşa Tirk di 31’ê kanûna 2012’an de ligel ku tu pevçûn tunebû jî bi helîkopteran bi ser noqteya Numan Amed û hevalên wî de girt û bi çekên giran 10 gerîlayên HGP'ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê komkujiyê gel herikî gundê Sipênak a girêdayê Lîceyê ku li Herêma Apê Musa ye. Di meha gulanê de Hefteya Qehremantiyê de jî carek din gelê Amedê ligel malbatên 10 gerîlayên HPG'ê meşeke girseyî berbi heman noqteyê ve li dar xistibûn. Êdî ev noqte û xwedîderketina li gerîlayên HPG'ê ji bo rojên dîrokî bû cihê serîlêdanê. Niha jî gelê Amedê hem ji navend hem jî ji gelek navçeyan bi zêdetirî 100 wesayitan hatin noqteya ku Nûman Amed û hevalên wî jiyana xwe ji dest dabûn. Di rê de wesayit hem li Qereqola Mermer hem jî li Qereqola Angul ji hêla leşker û polîsan ve hatin rawestandin û yek bi yek nasnameyên hemwelatiyan hatin qontirol kirin. Li Angul Gulistan Nazlier Koyuncu sedema ku lêgerîna wê heye hate binçav kirin.

Piştî qontrolê gel carek din li wesayitên xwe siwar bû û hatin cihê bîranînê. Destpêkê gel li noqteya ku 10 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Dema dayikan mangaya gerîlayên HPG’ê dîtin rondikên çavan barandin. Hin dayik nikaribûn xwe li piya bigirîn û hin dayikan jî hestên xwe bi gotinên wek “Ez qurbana we û mala we me” anîn ziman.
Goristana Şehîd Harun (Huseyin Ozbey) a li kêleka noqteya komkujiyê ku hê jî xebatên înşakirina wê berdewam dikin û niha gorên 129 gerîlayên PKK'ê lêne, ji hêla gel ve hate ziyaret kirin. Goristan bi wêneyên Ertem Karabulut (Numan Amed), Perviz Xalili (Şoreş Salmas), Hakan Tezel (Masiro), Omer Şeker (Ozer Dersim), Ruhullah Sidineced (Firat Margi), Mehmet Biçecek (Rênas Amed), Mehmet Zülfikar Kaçmaz (Xebat Xançepek), Mesut Yildirim (Demhat), Faruk Dolu (Agit Amed), Mehmet Calp (Şervan Koçer) ku di 31’ê Kanûna 2012’an de hatibûn qetil kirin, wêneyên Sakîne Cansiz, Apê Hus, Reşît Serdar, Adil Bilikî, Seyfettîn Zugurlu (General Sami), Alattin Zugurlu (Semîr), Mazlum Dogan, Agit, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên gerîla, alên PKK’ê û KCK’ê hat xemilandin.

Girseyê bê navber dirûşmên wek “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Riya şehîd riya me PKK partiya me” û “Bê Serok jiyan nabe” qêriyan. Hevserokê BDP’a Amedê M. Emîn Yilmaz, Hevseroka MEYA-DER’ê Leyla Ayaz, Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveberên BDP û SDP’ê jî beşdarî bîranînê bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê dest pê kir.

Destpêkê Leyla Ayaz axaftineke kurt kir. Ayaz di şexsiyeta 10 gerîlayên HPG'ê de hemû kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Ayaz bibîr xist ku di dawiya sala 2011’yan de li Roboskî 34 ciwan hatine qetil kirin û di dawiya 2012’yan de jî li Lîce 10 gerîla hatine qetil kirin û wiha got: “Ligel ku pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû jî ev qetlîam pêk hatin. Pişt re jî di 9’ê çile de Sakîne, Leyla û Fîdan qetil kirin.” Ayaz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku destkeftin tev bi saya cangoriyan e. Pişt re Parlamenter Aydogan axivî. Aydogan jî anî ziman ku ew temamê cangoriyan bibîr tîne û wiha got: “10 gerîla ligel pêvajo dest pê kiribû bi awayekî hovane hatin qetil kirin. Gerîla baweriye, azadiye. Zarokên gelê Kurd bi deh salan e ji bo vê baweriyê li serê van çiyayan ked û têkoşîneke mezin dimeşînin. Ev 30 sale dewlet ji bo gerîla têk bibe tiştê ji destê wê tê dike. Em carek din li vir bang li dewletê dikin. PKK ne tevgereke wisa ye ku tu karibî wê têk bibî.” Aydogan bal kişande ser dema qetlîamê jî û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temamê hesabê dewletê bi helwesta xwe ser û bin kiriye. Aydogan wiha got: “Birêz Ocalan tim û tim dibêje ku bi polîtîkayên kuştinê tu encam nayê girtin. Ger hukûmet bixwaze ji vê pêvajoya niha di nav de ye xilas bibe divê qebûl bike ku nikare PKK’ê têk bibe, têkoşîna milyonan qebûl bike û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên encaman bîne bavêje. Em dixwazin li vir wan hişyar bikin. Tu kes van nirxan ji bîr nake.” Aydogan herî dawî bang li malbatên şehîdan jî kir û got ku zarokên wan ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine û ev bedel dê azadiya gelê Kurd bi xwe re bîne.
Herî dawî li ser navê malbatan bavê Nûman Amed Alî Karabulut axaftinek kir. Karabulut sipasiyên xwe ji hemû beşdarvanan û gelê Herêma Apê Musa re got. Karabulut diyar kir ku ew temamê cangoriyan bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.
Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi dawî bû.