Nunerê NY Brahîmî li Şamî bi Esad re hevdîtin pêk anî

Nunerê NY Brahîmî li Şamî bi Esad re hevdîtin pêk anî

Nunerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Lakhdar Brahîmî li pateyxta Sûriye Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtine pêk anî.

Brahîmî di daxuyaniya piştî hevdîtinê da de, ragihand ku ew û Esad li ser krîza li Sûriyeyê axivîne û got; “Krîz kûr dibe û vê rewşê, Suriyeyî, herêm û hemû cîhan xeteriya heye destnîşan dikin”. Brahîm wiha domand; “E z di wê baweriyê de me ku Brahîmî ji min baştir bi rewşa Sûriyeyê dizane.”

Brahîm ku di heman demê de nunerê Komkara Ereban e jî, yekem serdana xwe ya piştî bûyerên li Sûriyeyê yên ku di encamê de 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, pêk anî. Tê payîn ku Brahîmî bi muxalîfan re jî hin hevdîtin pêk bîne. Her wiha dê bi balyozên Çîn û Rûsyayê yên Sûriyeyê re jî hevdîtin pêk bîne.

Brahîmî bi balyozê Îranê yê Şamê re jî hevdîtinek pêk anî bû û duh piştî vê hevdîtinê bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Mualîm re hevdîtin pêk anîbû. Berdevkê Brahîmî da zanîn ku Muallim gotiye “Ezê piştgiriyê bidim pêvajoya aşitiyê.”