Nûnerên PDKS û PYD'ê li hev civiyan
Nûnerên PDKS û PYD'ê li hev civiyan
Nûnerên PDKS û PYD'ê li hev civiyan
Nûnerên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê civînek lidar xistin û xebatên hevbeş ên di navbera herdu partiyan de nirxandin.
Li bajarê Dirbêsiyê bi armanca nirxandina kar û xebatên hevbeş, nûnerên PDKS û PYD’ê li avahiya PYD'ê li hev civiyan. Di civînê de endamên komîteya şopandinê û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî amade bûn.
Di hevdîtinê de kar û xebatên hevbeş ên di nabera herdu partiyan de hatin nirxandin. Herdu aliyan diyar kirin ku pêwîste Kurd bi yek helwestê beşdarî civînên navneteweyî bibin.
Partiya Demokrata Kurd/Sûriyê (PDKS) di 26'ê Îlonê de bi daxuyaniyek niviskî ragihandibû ku bi armanca şermezarkirina tevlîbûna Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li nava Koalîsyona Niştimanî Sûriyê, xwe ji nava ENKS’ê vekişandine.