Nûnertiya BDP'ê ya Başûr êrîşa li Hewlêr şermezar kir
Nûnertiya BDP'ê ya Başûr êrîşa li Hewlêr şermezar kir
Nûnertiya BDP'ê ya Başûr êrîşa li Hewlêr şermezar kir
Nûnertiya BDP'ê ya Herêma Federal a Kurdistanê êrîşa ku duh li Hewlêr pêk hat şermezar kir. BDP'ê diyar kir ku ev êrîşên hovane li hemberî mafên neteweya kurd pêk hatine û sersaxî ji gelê kurd re xwest.
Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)'ê ya Herêma Federal a Kurdistanê têkildarî êrîşa ku duh li hemberî Midûriyeta Asayîşê ya Hewlêr pêk hat peyameke şermezarkirinê weşand.
Di peyamê de wiha hat gotin: "Li paytexta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Hewlêr li hember navenda asayîşa giştî êrîşên hovane pêk hatin di encam de 6 endamên asayîşê û welatiyek kurdistanî şehîd bûne 61 welatî jî birîndar in. Ev êrîşên hovane li hember azadiya gelê kurd û mafên neteweya kurd pêk hatine. Em wek nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Herêma Kurdistanê ji malbatên şehîdan û hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazin ji birîndaran re şifa dixwazin, van êrîşên hovane û terorîstî bi tundî şermezar dikin. Gelê kurd li hember van êrîşkaran wê yekîtiya xwe û parastina mafê xwe yê neteweyî bi baweriyeke mezin biparêze dijminên gelê kurd û hêzên dagirker wê negihêjin armancên xwe yên nîjadperestî û qirêj."