Saziyên alîkariyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkere kirin ku dê sala 2013 pêwîstiya 5 milyon Sûriyeyiyan bi alîkariyê çêbibe. Her wiha hate aşkerekirin ku dê hejmara penabaran bibe du qatê niha.
Saziyên NY’ê li Cenevreyê ragihandin ku ji bo “krîza mirovahî ya mezin” a li Sûriyeyê bibin bersiv pêwîstî bi 1,5 milyar dolarî alîkarî heye û ji bo vî pereyî bang kir.
Kordînatora herêmî ya NY’yê Radhouane Nouicer got: “Rewşa li herêmê bi lez û bez xirab dibe.” Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku dê sala 2013 pêwîstiya 5 milyon Sûriyeyiyan bi alîkariyê çêbibe. Her wiha hate aşkerekirin ku dê hejmara penabaran bibe du qatê niha.