Li gorî rapora ku dê Neteweyên Yekbûyî (NY) îro aşkere bike, fikarên li ser hejmara karkerên zarok her ku diçe zêdetir dibin û NY’yê aşkere kir ku ew plan dikin heta sala 2020’ê, li seranserê cîhanê dawî li karkeriya zarokan bînin.
Li gorî rapora ku dê îro bi awayeke fermî ji aliyê Nunerê Taybet ê Perwerdeyê yê NY’yê Serokwezîrêberê yê Înglîz Gordon Brown ve bê aşkerekirin, ger trenda karkeriya zarokan a îro berdewam bike, dê weke sala 2002’yê keda 190 milyon zarokan bê xwarin.
NY ji bo têkoşîna li dijî karkeriya zarokan planeke lezgîn amade dike û li gorî raporê plan hatiye danîn ku heta sala 2020’ê karkeriya zarokan li gerdûnê nemîne.
Di raporê de agahiyên balkêş ên li ser zarokên ku îro keda wan tê xwarin, cih digirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku bi taybet zarok di sektorên çandiyê de têne xebitandin û li gorî agahiyên raporê dane 60 milyon zarokên temenê wan ji 17 salî jêrtir di zeviyên çandiniyê de dixebitin.
Welatê ku herî zêde karkeriya zarokan lê heye Etiyopya ye. Li vî welatî ji zêdeterê ji sedî 60’ê zarokan dixebitin.
Her wiha, di raporê de rexne tê kirin ku şîrketên Çînî yên ji bo şîrketên mezin ên cîhanê yên weke Apple, Samsung û Google dixebitin, zarokan bi kar tînin.